ENKS: Kesên bi El Exder Îbrahîmî re axivîne me temsîl nakin

ENKS: Kesên bi El Exder Îbrahîmî re axivîne me temsîl nakin

Serêkaniyê – Cigirîna Seroka Encumenî Niştimanî a Kurd li Surî (ENKS) Parêzer Dilşa Eyo, diyar kir ku haya wan bi heyeta li ser navê Encumenî Niştimanî bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Suriyeyê El Exder Îbrahîmî re hevdîtin pêk anîbû tune ye û got ku biryarên di wê civînê de hatibin girtin jî, meclîsa wan eleqedar nakin.

Parêzer Dilşa Eyo, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Dilşa Eyo, destnîşan kir ku wan liser navê Encumenî Niştimanî daxuyaniyek daye û diyar kirine ku kesên bi Îbrahîmî re axivîne, tenê hinek partiyên di nava Encumenî Niştimanî de cîh digirin temsîl dikin û li gorî serê xwe tevgeriyan e. Dilşa Eyo, got ku wan ev pêkanîn şermezar kiriye û anî ziman ku divê hemû endamên Encumena Niştimanî li hemberî biryarên encumenê rêzdar be. Eyo, anî ziman ku tenê bi riya civînan biryar tên girtin û gelekî giringiyê didin biryarên hevbeş.

‘NUNERA ME DESTEYA BILIND E’

Dilşa Eyo, bal kişand ji bo ku biryarên Desteya Bilind di jiyanê de pêk werin, divê herdu meclîs li gorî van biryaran tevbigerin û ji bilî van li gorî xwe tevnegerin. Eyo, da zanîn ku di Desteya Bilind de 5 endamên li ser navê Encumena Niştimanî hene, loma biryarên desteya bilind digiren, raste rast meclîsa wan eleqedar dike.

‘LI GORÎ SERÊ XWE TEVGERIYAN E’

Eyo, got ku haya wan ji heyeta li ser navê Encumenî Niştamî bi Îbrahîmî re axiviye tuneye û biryarek wan a bi vî rengî tune ye. Eyo, diyar kir ku van kesan li gorî serê xwe biryar girtine û Encumena Niştimanî berpirsyariya encamên wê nagire ser xwe.

Li ser pirsa ka çima Komîtiya Têkiliyên Derve ya Desteya Bilind bi Îbrahîmî re hevdîtin pêk neanî jî Dilşa Eyo ev tişt gotin: “Em gelekî dixwazin ku yekîtiya kurdan di pratîkê de pêk were. Em girêdayî peymana Hewlêrê ne û ji bo xalên wê pêk bên , em kar dikin. Dema ku biryarên hevbeş derkevin, dê bandorek gelekî baş li ser gelê kurd bike.”

Eyo, anî ziman ku divê di nava Encumenî Niştimanî de lêvegerek hebe û biryarên rêxistinî bêne girtin. Eyo, got ku wan wekî meclîs beriya hevdîtina bi Îbrahîmî re di nava xwe de nîqaş meşandine û çend nêrînên cuda derketine, lê biryareke ku hevdîtina cuda bê çêkirin derneketiye û tu haya wan bi vê hevdîtina kesên behsa mijarê re tu neye.

ÇI ÇÊBÛ?

Nunerê NY’ê yê Suriyeyê El Exder Îbrahîmî di dema gera xwe ya Suriyeyê de, xwestibû ku bi PYD’ê re hevdîtinê pêk bîne, lê rayedarên PYD’ê diyar kiribûn ku îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind a Kurd e û ew jî di nav de cihê xwe digirin, loma jî, dive hevdîtin bi desteyê re bê kirin. Li ser vê yekê Îbrahîmî xwestibû ku bi Desteya Bilind re hevdîtinê pêk bîne, lê beriya ku hevdîtin çêbibe, komek li ser navê Encumenî Niştimanî bêyî ku agahiyê bide Desteya Bilind, bi Îbrahîmî re axivî. Piştî vê hevdîtinê di serî de Desteya Bilind gelek derdoran nerazîbûn nîşan dabû.