Endamên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re li Sûriye û Iraqê bi cih bûn

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê ji komkujiyên Enqere, Pirsûs û Amedê ne cuda ye û got, "Endamên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê bûn û li van deran bi cih bûn."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê ji komkujiyên Enqere, Pirsûs û Amedê ne cuda ye û got, "Endamên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriye û Iraqê bûn û li van deran bi cih bûn."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok bersiv da pirsên ANF'ê.

Ok di destpêka axaftina xwe de ji ber komkujiya 13'ê Mijdarê ya li paytexta Fransa Parîsê, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan û civaka Fransayê re sersaxî xwest û çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê û hêzên li pişt van çeteyan, lenet kir.

Ok da xuyakirin ku li dû komkujiya Şengalê, komkujiyên Kobanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê, êrîşa li hemberî balafira Rûs, komkujiyên Enqere, Pirsûs û Amedê, komkujiya li Misirê DAIŞ heye û got, "Ev cinawira ji aliyê hêzên navneteweyî û herêmî ve hatiye afirandin, êrîşî tevahiya mirovahiyê dike. Bi belgeyan îspat bûye ku dewleta AKP'ê rêxistinên çete bi taybetî jî DAIŞ û El Nûsra xwedî dike, bi rêxistin dike û berê wan dide tevahiya mirovahiyê, bi taybetî jî Kurdan. ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek deverên cîhanê, endamên DIAŞ'e di ser Tirkiyeyê re debasî Sûriye û Iraqê bûne û bi cih bûne. Ev endamên çete yên faşîst, di ser heman rêgehê; di ser Tirkiyeyê re xwe digihînin welatên Ewropayê û li van deran komkujiyan dikin."

CÎHANÊ BI TÊRKERÎ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ AKP'Ê NEDA

Ok ragihand, ku her çend wan bi belgeyan re gelek caran hevkariya sûcê mezin ê AKP û DAIŞ'ê raxistin pêş çavan jî, cîhanê bi têrkerî nerazîbûn nîşanî AKP'ê nedaye û ev nirxandin kir: "Niha Erdogan rondikên derewîn dibarîne û gotina 'terorîstê te, teroîstê min' dubare dike. Mîna ku henekê xwe bi aqlê însanan bike, derewan dike. Bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe ya bi vî gunehî re binixumîne. Rewşa balkêş ev e: DAIŞ'ê berpirsyariya hemû komkujiyên xwe yên li derveyî Tirkiyeyê girt ser xwe. Berpirsyariya komkujiya li Parîsê yekser girt ser xwe. Lê belê berpirsyariya komkujiyên li Enqere, Pirsûs û Amede negirt ser xwe. Divê êdî cîhan bibîne ku Erdogan ji aliyê îdeolojîk ve bi DAIŞ'ê re ye û di ser dijminatiya xwe ya li Kurdan dike re zerarê dide mirovahiyê. Pêwîste gelê Fransayê zanibe ku Kurd li Rojava, li Başûrê Kurdistanê, li Kobanê, li Holê bi awayekî bênavber li dijî vê gurûha çete ya faşîst têdikoş e. Dixwazim bêjim ku bi vê têkoşîna xwe re em êşa gelê Fransayê, kêm be jî sivik dikin, êşa wan parve dikin û destnîşan dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîstên DAIŞ'ê bi biryardariyeke xurttir bidomînin."

HPG Û YBŞ'Ê AZADIYA ŞENGALÊ DIYARÎ TEVAHIYA MIROVAHIYÊ KIR

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser serketinên şervanên azadiyê di dema dawî de li hemberî DAIŞ'ê bi dest xistine û got, "Koordînasyona Êzidiyan a Şengalê ragihand ku HPG û YBŞ'ê, azadiya Şengalê di serî de civaka me ya Êzidî diyarî tevahiya Krudan û mirovahiyê kirine. Bi vê wesîleyê, ez li pêşberî hemû lehengên di vê serketina esîl de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim û azadiya Şengalê di serî de li civaka me ya Êzidî, li tevahiya Kurdan û mirovahiyê pîroz dikim."

BANGA VEGERÊ LI ÊZIDIYAN KIR

Ok da zanîn, ku Şengal bi hewldana hevpar a gerîla, YBŞ û pêşmergeyan hatiye azadkirin û got, "Li şûna ku ev serketin ji bo piştgirî û yekîtiya di navbera Kurdan de bibe wesîle, ne rast e ku nîqaşên cudatir bên meşandin. Şengal hatiye azadkirin, banga me li tevahiya civaka me ya Êzidî ye. Bila civaka me ya Êzidî ya li Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê, careke din li xaka xwe ya pîroz li Şengalê vegere. Şengal êdî bêparastin nîne."

HÊZÊN SÛRIYEYA DEMOKRATÎK LI HOLÊ SERKETINEKE STRATEJÎK BI DEST XISTIN

Ok der barê azadkirina bajarokê Holê yê Rojavayê Kurdistanê de jî ev nirxandin kir:

"Yên ku vîn û hêza şer a DAIŞ'ê şikandin YPG û YPJ ne. Serketina Holê, serketina hemû hêzên yekbûyî yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi rastî jî serketineke dîrokî bi dest xistine. Ev yek ne tenê serketina YPG û YPJ'ê ye. Tevî ku roja xwe diyarker be jî serketin a hemû Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Ji ber vê yekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz dikim û di berxwedana wan a li hemberî çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê de, serketinê dixwazim. Hol cihekî stratejîk bû ku DAIŞ lê bi cih bûbû. Ji ber têkiliya di navbera Rojava-Şengal, Rojava-Iraq û Iraq-Reqqayê de pêk dianî, ji bo DAIŞ'ê gelekî girîng bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li cihekî ewçend stratejîk li DAIŞ'ê dane. DAIŞ wê êdî nikaribe bi hêsanî xwe komî ser hev bike. Li gorî me ev watedar e û divê dewama serketinên mezin bê. 

'LI GORÎ ME, DEM DEMA PÊNGAVEK LI HEMBERÎ CERABLÛS Û REQQAYÊ YE'

Pêwîste Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî, Ermenî û hemû gel zanibin ku heta DAIŞ bi temamî neyê tienkirin, wê xeterî û gef her tim hebin. Li gorî min pirsgirêk ne tenê azadkirina Rojava ye. Heta ku Sûriye bi temamî azad nebe, li ser vê bingehê Sûriye demokratîk nebe, kurd û hemû gelên li Sûriyeyê nikarin ewle bin. Ji ber vê yekê, li gorî me dem ew dem e ku niha li hemberî Cerablûs û Reqqayê pêngavek bê destpêkirin. Li gorî qewimîn û rewşa heyî, Rûsya û hêzên koalîsyonê ji pêngaveke bi vî rengî re vekirî xuya dikin. Astengiya bi tenê dewleta AKP'ê ye. AKP hînê di polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan didomîne û mixabin ji ber vê polîtîkayên êşên mezin ên mîna komkujiyên Enqere, Amed, Pirsûs û Parîsê rû didin."

EM NAXWAZIN FERMANA 74'AN BÊ SERÊ ÊZIDIYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, li ser helwesta PDK'ê û Serokê wê Mesût Barzanî ya înkarkirina hebûn û têkoşîna gerîla ya li Şengalê, ev nirxandin kir:

"Bi nêrîna herî sivik û xweşbîn, daxuyaniya Barzanî weke nirxandineke bêşensiyê dibînim. Ji bo xatirê hurmeta li rastiyê, diviyabû nirxandineke bi vî rengî nehatibûya kirin. Ji ber ku nirxandina Birêz Barzanî hem ne rast e, hem jî xizmetê ji berjewendiyên gelê Kurd re nake. Ne rast e; ji ber ku Kurd û tevahiya cîhan dizane ku HPG li Şengalê pêşî li komkujiyên mezintir girt û li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji roja destpêkê ve li ber xwe dide û Şengalê diparêze. Di azadkirina Şengalê de jî rola pêşeng a gerîla bû. Bi qasî 2 hezar gerîla û hêzên YBŞ'ê li Şengalê ne. Nêzî 200 gerîla û şervan şehîd ketin. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, çawa dibe bê gotin 'ji bilî pêşmerge ti kes nîne'. Ez nizanim bê Birêz Barzanî bi zanebûn çima ev got. Ya duyemîn; Birêz Barzanî, gelê Şengalê, tevahiya gelê Kurd û her kes gelekî baş dizanin, ku ji ber Êzidî bêrêxistin bûn û Şengal bêparastin hat hiştin, DAIŞ'ê li Şengalê komkujî pêk anî. Êzidî dibêjin; em naxwazin fermana 74'an bi serê me de bê. Gelo ev yek ne mafê wan ê herî xwezayî ye? Ji xwe hemû belayên mezin ên di herikîna dîrokê de bi serê me de hatin, gelo ne ji ber vê yekê bûn? Ji ber vê yekê dibêjin, em ê ji niha û pê ve parastina xwe bi xwe bikin. Ji kîjan alî ve ev rewş bê nirxandin wê derkeve holê ku ev yek pêwîstiyek e. Êzidî ji bo pêvajoya ji niha û pê ve, di mijara parastina xwe de bi guman nêzî her kesên ji derveyî xwe dibin. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî xwezayî ye. Ji ber ku timî bêparastin hatine hiştin. Lewma ya rast ew e ku Şengal-Êzîdxan weke parçeyekî Başûrê Kurdistanê xwedî rêveberî û parastineke xweser be. Kurd, Başûrê Kurdistanê û hemû partî û komên Kurdan bi ti awayî ji vê zerarê nabînin. Jiyana azad û bi ewle ya Êzidiyan divê kêfa her kesî bîne.

GERÎLA HÊZEKE KURDISTANÎ YE, ŞENGAL JÎ KURDISTAN E

Ok li ser rewşa gerîla ya li Şengalê jî got, "Gerîla ji xwe hêzeke Kurdistanî ye û li Şengalê ye. Şengal jî Kurdistan e. Gerîla ji ber xwe ve neçû Şengalê, ji ber xwe ve neçû Mexmûr, Xaneqîn û Kerkûkê. Şengal û tevahiya Başûrê Kurdistanê bi gef û xeteriya dagirkirinê re rû bi rû bûn. Gerîla ji bo parastina Kurdistanê û gelê Kurd çû wan deran. Ev gav, hem ji ber berpirsyariya gerîla, hem jî li ser banga gelê me hat avêtin. 

KENGÎ ÊZIDIYAN VÎN Û PARASTINA XWE YA AZAD XURT KIRIN, HINGÎ REWŞA GERÎLA YA LI WIR DIKARE BÊ NÎQAŞKIRIN

Gerîla di roja herî zehmet de xwe gihand Şengalê. Lewma gotina 'Bila gerîla ji Şengalê derkeve' beriya her tiştî civaka me ya Êzidî aciz dike û dixe nava tirs û fikaran. Êzidiyan weke parçeyekî ji Başûrê Kurdistanê kengî vîn û parastina xwe ya azad xurt kirin û pêwîstî êdî pê nema, hingî rewşa gerîla dikare bê nîqaşkirin. Ji bilî vê yekê, divê hebûna gerîla bi temamî weke hêzeke destekê bê dîtin û kesek jê aciz nebe."

BI FARQÎNÊ RE CAREKE DIN HAT NÎŞANDAN KU BERXWEDAN RÊ LI BER SERKETINÊ VEDIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de ragihand, ku tevî serketinên Şengal û Holê, serketineke din a sêyemîn bêguman serketina gelê Farqînê yê berxwedêr e û got, "Bi vê wesîleyê ez hemû mirovên me yên li Farqînê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînim, ji malbatên wan û tevahiya gelê Farqînê re sersaxiyê dixwazim. Farqînê bi rastî jî li ber xwe daye. Di şexsê Farqînê de careke din derketiye holê ku berxwedan rê li ber serketinê vedike. Berxwedana Farqînê di dîroka me ya têkoşînê de rewşeke nû ye. Bênavber 12 rojan li ber xwe daye. Dewleta AKP'ê tevî ku bi tank, top, hawan, helîkopter û bi hemû hêzên xwe re bi awayekî bêînsaf êrîş kir jî ti encam bi dest nexist. Bi tenê dijminatiya Kurdan a li hemberî xwe zêdetir kir."

DI ŞEXSÊ FARQÎNÊ DE GELÊ KURDISTANÊ BI SER KETIYE

Ok dîmenê qewirandina polîs, tîmên taybet û artêşa Tirk a ji Farqînê bi vî rengî nirxand: "Me jî  ji televîzyonê li dîmenê derketina polîs, tîmên taybet û artêşa Tirk a dagirker ji Farqînê, temaşe kir. Nêzîkatiya mêtîngerên Spanyayî û Portekîz li gelên li welatên aliyê din ê okyanûsê, dianî bîra mirovan. Li ser rûyê ti ji wan rewşeke serketinê nebû, berevajî hemû di psîkolojiya sûcdarî û nebaşiyê de bûn. Hewl didan bi lez û bez ji Farqînê derkevin. Tank û topên xwe hebûn, lê belê tevî van jî li pêşberî berxwedana gelê Farqînê, bi serberjêrî bajar terikandin. Yê bi ser ket bêguman gelê Farqînê ye, hemû gelên me û rûmeta mirovahiyê ye. Lewma Farqîn li hemberî mêtîngerî û faşîzma AKP'ê bi ser ketiye. Nîşan daye ku di xwerêveberiyê de çiqasî bi biryar e. Her çend Farqîn hatibe şewitandin, hilweşandin jî rastî ev e. Di şexsê Farqînê de gelê Kurdistanê qezenc kiriye."

Der barê gefa 'heta terorîstekî bi tenê nemîne wê operasyon dewam bikin' ên Erdogan û Davûtoglû de, Ok ev bersiv da: "Baş e, em jî dibêjin; Heta ku faşîzma AKP'ê ji hev bê xistin, heta ku gelê Kurdistanê û Rêber Apo azad bibin, ev îsyan wê bidome. Li Erdogan û Davûtoglû li paşeroja 35 salan binêrin."