Endamê YPS’ê Bîlekçî ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin

Şervanê YPS’ê Ragip Bîleçî bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin.

Cenazeyê Endamê YPS’ê Ragip Bîlekçî (Çekdar Wan) ê ku êvara 11’ê Îlonê li Taxa Şehîd Firat a navçeya Îpekyolû ya Wanê ji bo neve dest leşkerên Tirk dawî li jiyana xwe anî, ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hate wergirtin û anîn Mizgefta Akkopruyê.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Bîlekçî anîn goristana Taxa Kûrûbaş a girêdayî navçeya Artemêtê. Li vir bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate veşartin.

Hevserokê MEYA-DER’ê Îdrîs Şaybak di merasîmê de axivî, diyar kir ku Bîlekçî di têkoşîna azadiyê de ronahiyek e , di rêka têkoşînek pîroz de jiyana xwe ji dest daye.

Bav Bedrî Bîlekçî jî wiha axivî; “Kurê min nemir, niha li cihekî xweş dijî. Ew di wê rêkê de şehîd bû ku di oxira wê de têkoşiya. Yê me jî divê em bi têkoşîna wî ve girêdayî bin.”

Merasîma cenazeyê bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” bi dawî bû.

Malbata Bîlekçî sersaxiyan li Mizgefta Kûrûbaşê qebûl dike.