Encu: Tîmên tevgera taybet rasterast li Elkê gule reşandin

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku tîmên tevgera taybet ên daketine navenda bajêr terorê pêş dixin, tevî ku li navenda bajêr ti pevçûn tine ne jî bi roketan êrîşê dibin ser kargeh û avahiyan.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku tîmên tevgera taybet ên daketine navenda bajêr terorê pêş dixin, tevî ku li navenda bajêr ti pevçûn tine ne jî bi roketan êrîşê dibin ser kargeh û avahiyan.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu deştnîşan kir ku piştî duh êvarî li navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera HPG’yiyan û leşkeran de pevçûn derket, tîmên tevgera taybet daketin bajêr û rasterast mal gulebaran kirin, bûn sedema windahiyên can û malan. Encu anî ziman ku timên tevgera taybet mizgeft jî şewitandin û roket li mînareyek mizgeftekê dan.

Ferhat Encu ragihand ku guleyek topê li malekê ketiye û ji heman malbatê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Encu axaftina xwe wiha domand: “Pevçûn li derveyî bajêr didome, piştî çalakî bi dawî dibe tîmên tevgera taybet hatin nav bajêr û çi tê pêşiya wan jî bi çekên giran bomberdûman û gulebaran dikin. Piştî 4 sivîlan qetil dikin, berê xwe didin avahiya partiya me û kargehên sûkê. Hewl didin ku bişewitînin. Her wiha mizgeftek şewitandin û mînareyek mizgefteke din jî bi roketan bomberdûman kirin. Elkê niha kirine qadeke şer. Pevçûn li derveyî bajêr çêdibe, lê tola xwe ji gelê sivîl digirin. Mirovên li vir ti tirs bi wan re tine ne, lê dixwazin bûyer bên dîtin. Tîmên tevgera taybet bang ambûlansê dikin, ambûlansa tê jî gulebaran dikin û ajokarê wê Şehmûz Dûrsûn qetil dikin.”