Encu: Li Hezexê hêzên dewletê bi kamyonan malên gel didize
Li Hezexê ku bi awayekî kêfî qedexeyên kolanan tên domandin, hêzên dewletê piştî kevirên parke vê carê jî alavên gel ê ku ne li mal in didizin.
Li Hezexê ku bi awayekî kêfî qedexeyên kolanan tên domandin, hêzên dewletê piştî kevirên parke vê carê jî alavên gel ê ku ne li mal in didizin.
Li Hezexê qedexeya kolanan a ji 16’ê Sibatê ve destpê kiriye, di roja 35. de didome. Li navçeya ku qedexe bi awayekî kêfî tê domandin, çeteyên qesrê piştî kevirên parke vê carê jî dest bi diziya alavên gel ê ku ne li mal in kiriye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu banga vegerina navçeyê li gelê Hezexê kir, got: “Eger hûn neyên alavên we yên mayî wê ji aliyê hêzên dewletê bên talankirin. Li gor agahiyên ji me re hatine bi kamyonan alavan didizin.”
Li navçeya Hezex a Şirnexê operasyonên qirkirinê yên 16’ê Sibatê bi qedexeya kolanan re destpê kiribûn 8’ê Adarê bi dawî bibûn, lê hê jî qedexeya kolanan didome. Bi qedexeya 35 roj in dewam dikin re hêzên rejîma AKP’ê û cerdevan dest bi talankirina alavên gel kir. Beriya niha jî kevirên parke yên ji aliyê şaredariya navçeyê ji bo rê hatibû danîn hatin dizîn, vê carê jî hêzên rejîmê û cerdevan dikeve malên kesên ku ne lê, alavên gel didizin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu li navçeyê ye, bang li gel ê ku bi qedexeyê re nevçar maye ji navçeyê derkevin kir ku werin malên xwe. Encu destnîşan kir ku polîs û cerdevan alavên gel didizin, got: “16’ê Sibatê li Hezexê qedexeya kolanan hat îlankirin. 8’ê Adarê jî rayedarên dewletê gotin ‘operasyon bi dawî bûn’. 13 roj ji ser vê derbas bû. Qedexeya kolanan dewam dike, ji milekî jî cerdevan bi polîsan re alavên gel didize. Hêzên dewletê alavên gelê me didize. Tevahî gelê mey ê Hezexê, divê werin Hezexê. Divê gelê me werin û li Hezexê xwedî derkevin. Eger hûn neyên alavên we yên mayî wê ji aliyê hêzên dewletê bên talankirin. Li gor agahiyên ji me re hatine bi kamyonan alavan didizin.”