Encamnameya Civata Giştî ya KCD’ê hat aşkerakirin

Encamnameya Civata Giştî ya KCD’ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê serketina Şengalê ku hat silavkirin, hat diyarkirin ku pêwîst e ji bo Êzidiyan herêmeke xweser were avakirin.

Encamnameya Civata Giştî ya KCD’ê hat aşkerakirin. Di encamnameyê serketina Şengalê ku hat silavkirin, hat diyarkirin ku pêwîst e ji bo Êzidiyan herêmeke xweser were avakirin. Di encamnameyê de hat xwestin ku pêwîst e tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û banga xwedîderketin û piştgiriya ji berxwedana xwerêveberiyan re hat kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê encamnameya 4. Kombûna Cıvata Giştî ya Asayî di navbera 14-15’ê Mijdarê de ku hat lidarxistin aşkera kir.

Di encamnameyê de Seyîd Riza û hevalên wî ku hatin biîranîn, komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Parîsê pêk anîn hat şermezarkirin, banga hestyariyê li Civaka Tirkiye û navnetweyî hat kirin.

'EM PÊNGAVA AZADKIRINÊ SILAV DIKIN'

Di daxuyaniyê de ku hat gotin: “Desteya me me ya Giştî, di rojên 14 û 15’ê Mijdarê de civîna xwe li dar xist. 14’ê Mijdarê di heman demê de, salvegera darvekirina Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û rêhevalên wî ye jî. Wekî Desteya Giştî, em Seyîd Riza û hemû rêhevalên wî, bi minet û hurmet bi bîr tînin.”

Daxuyanî wiha didome:

“Berî ku Civîna Desteya me ya Giştî were lidarxistin, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Parîsê komkujiyek pêk hat. Ev komkujî, xeleka dawî ya rêze-komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê ye. Em wekî Desteya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê dikin.

Şervanên azadiyê yên Kurd, ku bi têkoşîneke bêhempa li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî mirovahiyê komkujiyan pêk tînin, Şengal azad kirin. Em vê pêngava azadkirina Şengalê silav dikin.

Ast û radeya ku Şoreşa Rojava gihîştiyê, bûye sedema pêşketinên bêhempa, ji bo gelê me û tevgera azadiyê serketinên mezin dane bidestxistin. Vê şoreşê, di heman demê de ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn modeleke demokratîk derxistiye holê û ji bo hêzên demokrasiyê jî bûye çavkaniya moraleke mezin.

Di serî de Tirkiye, alîgir û hevkarên wan ên li herêmê, li hember van destketiyên ku wekî rêyeke sêyemîn pêşkêşî gelên herêmê tê kirin, ketine nava tirs û fikaran. Tirkiyeya ku li hember mewziyên ku  hêzên demokratîk bidest xistine bêzar e, li hemberî şoreşa Rojava, polîtîkayên xwe yên gefxwarin, înkar û tunekirinê derdixe pêş. Armanca siyaseta gefxwarin, înkar û tunekirinê ya Dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê, sedsaleke din jî bê statu hiştina gelê Kurd e. Divê baş bê zanîn ku, heke dewlet-AKP di vê siyaseta xwe de israr bike, wê gelê Kurd jî, ji bo bidestxistina statuya xwe, têkoşîneke bi rengê berxwedana topyekûn bi pêş bixe.

‘XWERÊVEBERÎ ŞERTÊ GELÊN BINDEST Ê NEBE NABE YE’

Xwerêvebirina Demokratîk, şertê gelên bindest ê ku nebe nabe ye. Ev rastî, bi rêbazên demokratîk ên gerdûnî hatiye tespîtkirin. Çawa ku demokrasiya li gorî kesan nabe, bêyî demokrasiya ku bi xwerêvebirinê hatiye xurtkirin jî nabe.

Polîtîkayên AKP’ê yên ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi awayekî zelal derketine holê. Bi encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, di dîroka Tirkiyeyê de cara yekemîn e ku hêzên demokrasiyê bi rêjeyeke xurt, bi hemû reng û dengan temsîliyetek bi dest xistine. Li hemberî paradîgmaya serdestan a yekperest, derketina vîna xurt a pirdengiyê û hêzên demokratîk, di encama tifaqa AKP’ê û dewleta kûr de, ev vîn tine hatiye hesibandin û bi awayekî fîîlî xebatên parlementoyê hatine astengkirin, parlemento bê bandor hatiye hiştin û bi siyaseta derbeyê hilbijartineke dubare li ser gelên Tirkiyeyê hatiye ferzkirin.

Li gorî van polîtîkayan konsepta şerê topyekûn xistine dewreyê û hemû cûre rêbazên tunekirinê û amûrên wê hatine bikaranîn. Di serî de polîtîkayên “Jinan bikujin” hatine pêkanîn, teşhîrkirina bedena jinan jî di nav de, hemû rêbazên qirkirina jinan rewa hatine dîtin û êrîş pêk hatine. Zarok û ciwan li nava kolanan hatine înfazkirin û hatiye xwestin ku civak bêyî siberoj were hiştin. Bi sedan mirov hatine qetilkirin û bi hezaran mirov hatine girtin. Goristanên ku nirxên gel ên pîroz in, bi operasyonên taybet hatine bombebarankirin û rûxandin, mekanên pîroz ên wekî Mizgeft û Malên Cemê hatine hilweşandin.

Li gel van hemû êrîşan, hikûmeta AKP’ê ya ku  “Çareseriya” sexte wekî benîşt di devê xwe de dicût, li gorî siyaseta înkar û tunekirinê li ser gelek beşên civakê cerdevanî ferz dikir û li aliyekî jî wekî muxatabekî sexte ku di nava lêgerîna çareserkirina pirsgirêka Kurd de be xwe nîşan daye.

Di encama van polîtîkayan de li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah OCALAN tecrîteke dijwar xistine meriyetê û bi vî awayî xwestine temsîliyeta têkoşîna azadiya gelê Kurd wekî kirdeyê çareseriya pirsgirêka Kurd neyê dîtin.

ENCAMÊN HEVPAR

Desteya me ya Giştî, li gorî van nirxandinan; Gihîştiye van encamên hevpar:

1-Li Tirkiyeyê pêşketina demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, rasterast bi azadiya birêz Abdullah OCALAN ve girêdayî ye. Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah OCALAN karibe rola xwe ya dîrokî bilîze, divê tecrîta girankirî ya li ser birêz OCALAN demildest were rakirin û dest bi hevdîtinan bê kirin. Pêvajoya Çareseriyê û nexşerêya ku hatiye diyarkirin, gihîştiye asta hevpeymana Dolmabexçeyê û ji aliyê civakê ve, ev hevpeyman hîn jî derbasdar e.

2-Xweseriya Demokratîk û Xwerêvebirin xwesteka hemû beşên civakê ya statuyê ye. Divê hemû pêkhate xwedî li biryara xwerêvebirinê ya ku gel xistiye meriyete, derkevin.

3- Li hemberî  êrîşên dewletê yên ku li Cizîr, Farqîn, Nisêbîn, Gever û Gimgimê bi armanca şikandina vîna gel, kuştin û tunekirinê pêk tîne, bi her awayî xweparastin, mafê gelê me yê xwezayî û rewa ye. Vê refleksa mirovane bi tenê wekî kolandina xendekan û çêkirina barîkatan nîşandan, di rastiya xwe de hewldana veşartin û rewakirina şerê qirêj ê ku hukumeta AKP’ê dimeşîne ye. Li aliyekî din jî gotina; “Em ji bo aramî û ewlehiya civakê van oparasyonan pêk tînin”, bi tenê ji bo xapandina civakê ye. Jixwe hukumeta AKP’ê  û Serokomar bi van pêkanînan hemû zagon binpê kirine û ewlehiya gel û civakê ji holê rakirine. Li hemberî van pêkanînên kêfî, zext û êrîşên tunekirinê,  gel û siyaseta demokratîk bi biryara “Xwerêvebirinê” bersiv daye hukumeta AKP’ê.

4-Gotinên AKP’ê yên ku wekî pêşxistina lêgerîna çareseriyê tîne ziman, divê were zanîn ku, di rastiya xwe de bêmuxatab û bêçareserî hiştina pêvajoya diyalog û muzakereyan e.. Lê hemû dinya zane ku temsîliyeta siyasî ya gelê Kurd diyar û zelal e. Niha jî bi lêgerîna muxatabên cûda, çareseriya sexte wekî çareseriya rastîn nişan dide û dixwaze bingeha bikaranîna kurdan a li hemberî hev  çêbike û kurdan li hemberî hev bikar bîne. Em bang lî hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî, pêşengên eşîran, oldaran, saziyên sivîl ên civakê, Karsaz û rûsipiyên civakê dikin ku li hemberî vê armanca qirêj a AKP’ê baldar bin û nekevin vê xefika AKP’ê ya xêrnexwaz û kirêt.

5- Ligel van geşedanan, piştî hilbijartina 1’ê Mijdarê û bi avabûna hukumeta nû re, dê nîqaşên guherandina makezagonê jî bên rojeva Tirkiyeyê. Heke di makezagona nû de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, statuya ku mafê gelê Kurd ê xwezayî ye bi zelalî bê diyarkirin û demokrasiyeke herêmî ya xurt û li gorî huqûqa gerdûnî pêk bê, dê çareseriyeke rastîn jî karibe pêk were. Yan na,dê destûrnameya nû, ji bilî  pergaleke Navendîparêz, Olîgarşîk û Otokratîk, bi kêrî tu tiştekî neyê.   

6-Azadkirina Şengalê ji mirovahiyê re mizgîniyek e. Careke din girîngiya yekîtiya gelên Kurdistanî û pêşengiya leşkerî û siyasî ya gelên Kurdistanî ya ji bo demokrasiya mirovahiyê derketiye holê. Daxwaz û hêviya me ew e ku, PDK û hêzên Kurdistanî yên din jî bi vê feraset û hişmendiyê tevbigerin û yekîtî û hevgirtina xwe ya bi hêzên demokratîk re pêk bînin. Ji bo ku di siberojê de Gelê Êzdî careke din bi qirkirinan re rû bi rû nemîne, divê bi xweparastineke xurt û wekî herêmeke xweser ji nû ve were avakirin. Gelê Êzdî bi vî awayî dikare xwe ji qirkirina 74’emîn biparêze, jiyana xwe û nirxên xwe yên çandî bi pêş bixe, mîsoger bike.

7- Em bang li hemû pêkhateyên xwe dikin ku li hemberî êrîşên dewletê yên înkar û tunekirinê, li Pêngava; “Em li kuçe û kolanan in û li hemberî qedexeyan di ber xwe didin” a ku gelê me daye destpêkirin xwedî derkevin.

8- Em bang li gelê xwe dikin ku, li cihên dewletê qedexeya derketina derve pêk aniye, ji bo tespît û tazmînkirina xesarên maddî û manewî bikevin nava hewldanan û alîkariya pêwîst pêşkêş bikin.

9- Lijneya me ya Giştî, bang li hemû pêkhateyên xwe dike ku, bi awayekî çalak beşdarî meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Hemberî Jinan bibin.

Em bi hêviyên xurt soz didin gelê xwe ku, em ê Pergala Neteweya Demokratîk ava bikin û diyariyê gelê xwe bikin.”