Fermandariya HPG Şengal-Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku di navbera 3’ê Tebaxa 2014 -13’ê Mijdara 2015’an de 2680 çete hatine kuştin, 823 çete birîndar bûne, 242 wesayît hatine rûxandin, 253 wesayît hatine derbkirin.
ANF
ŞENGAL
yekşem, 15 sermawezê 2015, 15:36
Fermandariya HPG’ê ya Şengal – Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bîlançoya pêngava azadkirina Şengalê aşkera kir. Di nav belgeyên hatine bi dest xistin de 2 kompîter û hin belgeyên aîdî hikûmeta AKP’ê hene.
Di bîlançoyê de agahiyên di navbera 3’ê Tebaxê 2014 û 13’ê Mijdarê 2015’an jî bi raya giştî re hat parvekirin. Li gor bîlançoyê, 2680 çete hatin kuştin, 823 çete birîndar bûn, 242 wesayît hatin rûxandin, 253 wesayît hatin derbkirin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê – Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, bîlançoya bi 8’ê Cotmehê pêngava azadkirina Geliyê Şîlo ve destpêkir aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Operasyona rizgarkirina navenda bajarê Şengalê bi 8’ê Cotmehê azadkirina Geliyê Şilo destpê kiribû. Ev pêngav bi rizgarkirina gundên rojavayê Şengalê berdewam kir. Bi operasyona hevpar a fiîlî destpê kir jî 13’ê Mijdarê bi azadkirina navenda bajarê Şengalê bi serketî temam bû. Hem li operasyona navenda bajar hem jî ya li xeta Şîlo ji HPG, YJA Star, YBŞ, YPJ Şengal, MLKP û şervanên dildar, bi hêzek 2500 şervanî tevlîbûn pêk hat. Ji derveyî van hêzan, em spasiya hêzên pêşmerge, Êzidxan û koalîsyonê jî dikin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê detayên operasyona rojavayê Şengalê piştre bê dayin, bîlançoya operasyona 3 rojan a navenda bajar jî hat parvekirin.
Bîlanço wiha ye:
-2 Hammer
-Tevî wesayîtê doçkayek 14,5
-Tevî wesayîtê doçkayek du lûle ya 14,5 û 40 qûtî guleyên wê
-Tevî wesayîta wê topek 57
-Doçkayek 12,5 û 5 qûtî guleyên wê
-12 çekên BKC û 30 çente guleyên wê, 12 lûleyên çeka BKC û 50 qûtî xelekên BKC