'Em perwerdeya zarokên xwe bi xwe pêk bînin'

KCK: Li hemberê qirkirina çandî ya pergala faşîst a Tirk divê hemû gelê me li qadan bi meş,mîtîng û çalakiyên girseyî perwerdeya pişaftinê red û şermezar bikin.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Destpêka sala perwerdeya salên 2016-17’an, di kesayeta şehîden perwerdeyê heval Mehmet Karasûngûr, Salîh Kandal, Vîyan Peyman de hemû şehîdên azadiyê bi rêz bi bîr tînin. Wekî bicîhkirina xeyalên wan soza avakirina pergala perwerdeya civaka demokratik û azad nû dikin.”

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê di berdewama daxuyaniyê de destpêka sala nû li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û wiha ragihand; “Wekî berhemê paradigmaya mamosteyê mezin Rêber Apo destpêka sala perwerdeya nû li wargeha Ş. Rustem Cûdî û Rojavayê Kurdistanê di serî de li Rêber Apo, li hemû kedkar û xwendekaran pîroz dikin. Di xebat û têkoşîna li dijî hemû cûreyên pişaftin û qirkirina çandî ji bo hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de, di avakirin û pêşxistina pergala perwerdeya netewa demokratik de serkeftinê dixwazin.”

‘DEWLETA TIRK DIBISTANAN WEK ÇEPEREKÎ PÊŞ Ê QIRKIRINA ÇANDÎ Û AŞÊ PIŞAFTINÊ BI KAR TÎNE’

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta dagirkerê faşîstê Tirk bi kûrkirin û berfirehkirina qirkirina çandî û fîzîkî dest bi sala nû ya perwerdeyê dike û wiha berdewam kir; “Di pergal û rejima înkar û îmha ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê dimeşîne de dibistanan wek çeperekî pêş ya qirkirina çandî û aşê pişaftinê bi kar tîne. Îro jî ev dibistan kirine baregehên leşkerî. Ango qirkirina fîzîkî û çandî di heman mekanê de bûne yek û rûyê veşartî ya  dagirkeriya Tirk ê faşîst eşkere bûye. Bi tifaqa faşîzma reş, spî û kesk dijminatiya gelê Kurd û hezên demokrasîxwaz derxistine asta herî jor. Di xizmeta pergalê de be jî ji nasnameya Kurd û demokrasîxwaz re tahamûl nake. Ji bo bi birçîbûnê terbiye bike û teslîm bigire bi deh hezaran mamoste û kedkarên perwerdê ji kar dûr xistiye.”

‘LI HEMBER DAGIRKERÊ FAŞÎST JI BILÎ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA GIŞTÎ TI RÊ Û RÊBAZ NÎNE’

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê diyar kir ku li hember desthilatdariya dagirkerê faşîst ê dev bi xwîn ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz, şoreşger û sosyalist ji derveyî bilindkirina têkoşîn û berxwedaneke giştî ti rê û rêbaz nîne û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ji bo avakirina xweseriya demokratîk, divê em van êrîşên dagirkeran wek şansekê binirxînin û xwe ji pergala perwerdeya qirkirina çandî û fîzîkî qut bikin. Bi hemû hêz û şiyana xwe pergala perwerdeya demokratîk pêşbixin. Her mal û her derên guncav bikin warê perwerdeyê. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî, civakî û wekî şîrê dayîkê rewa û helal e.

Banga me ji hemû Mamoste û kedkarên perwerdê yên welatparêz, şoreşger û demokrat re ew e ku, em zarok û ciwanên xwe li her cihê guncaw  bi ziman, feraset û mufredata xwe perwerde bikin. Mafê perwerdekirina zarok û ciwanan bi qasî ku radestî ti hêzên dîtir neyê kirin jiyanî û pîroz e. Em mafê perwerdeya zarokên xwe bi xwe pêk bînin. Li hemberê qirkirina çandî ya pergala faşîst a Tirk divê hemû gelê me li qadan bi meş,mîtîng û çalakiyên girseyî perwerdeya pişaftinê red û şermezar bikin.”