'Em li dijî darbeya desthilatdariyê xwedî li şaredariyên xwe derkevin'

Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Amedê Abdullah Eflatûn diyar kir, bicihkirina qeyûm li nava şaredariyên DBP'yî, şerma demokrasiyê ye û li dijî darbeya desthilatdariyê banga xwedîderketina li şaredariyan kir.

AKP, ji hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve bi dijwarkirina şerê li Kurdistanê re hewl dide li herêmê serdest be. Di çarçoveya van polîtîkayan de dixwaze li şaredariyên DBP'yî qeyûm wezîfedar bike û bi vî rengî li herêmê bibe serdest.

Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Amedê Abdullah Eflatûn bersiv da îdîayên li hemberî şaredariyên DBP'yî tên kirin û got, "Partiya me ji roja ava bûye û vir ve li Kurdistanê desthilatdara herêmî ye. Li şaredariyên me, ji bilî daxwaz û pêwîstiyên gel, bi ti awayî tiştek nehatiye xerckirin. Di vî warî de şaredariyên me zelal in. Îspateke vê jî kontrola mufetîşên ji aliyê hikûmetê ve hatine wezîfedarkirin e. Ji ber ku mufetîşan heta niha ti kêmasiyek di ewraq û lêçûnan de nedîtine."

Eflatûn da zanîn, şaredariyên DBP'yî ji destpêka dîroka Komarê û vir ve yekemcar di asteke bilind de xizmetên binesazî û xizmetên giştî bi rengekî herî baş bi cih anîne, proje pêşkêş kirine û bi van projeyên xwe ve rê li ber pêşketina bajarên Kurdistanê vekirine. Eflatûn got, "Yên ku şaredariyên me bi kirina karên ne li rê sûcdar dikin, divê ewilî li xwe binêrin. Ew pereyên di qutiyên pêlavan de hatine veşartin, ew îhaleyên pêşkêşî alîgiran hatine kirin, ew saetên buhayê xwe bi mîlyonan dolarî yê di destê wan de, baş tên bîra me. Gelo ti ji van ne karên ne li rê ne, lê lêçûnên ji bo gel karên ne li rê ye?"

WEZÎFEDARKIRINA QEYÛM LI ŞAREDARIYAN, TINEHESIBANDINA VÎNA GEL E

Eflatûn bibîr xist, desthilatdarî û serokkomarê heyî timî rexneyan li qanûn û pêkanînên serdema 12'ê Îlonê dikin û wiha pê de çû: "Wezîfedarkirina qeyûm li şaredariyên DBP'yî jî hewldaneke darbeyê ye û dikarim bêjim, desthilatdarî û serokkomarê heyî bi qanûnên derdixînin ve ne kêmî cûnta 12'ê Îlonê ne. Ji ber ku di serdemên rewşa awarte de jî desteserkirina şaredariyan neketibû rojevê. Desthilatdarî hewl dide bi vê rêyê ve vîna gel tine bike. Lê belê berdêla xwe çi dibe bila bibe, wê gelê Kurd xwedî li şaredarî û hevşaredarên xwe derkeve. Wê bi rêyên qanûnî û demokratîk li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bike."

EM Ê NEXŞERÊYA XWE LI GORÎ DAXWAZÊN GEL DIYAR BIKIN

Eflatûn got, "Di hefteya pêş de em ê bi gel re civînan lidar bixin, rewşê binirxînin û di çarçoveya daxwazên gel de nexşerêya xwe diyar bikin" û ev bang kir: "Desthilatarî û alîgirên wê yên bi sûcdariyan dixwazin şaredariyên me gumanbar nîşan bidin, hewl didin gelê me li hemberî şaredariyan sor bikin. Lewma, tevî gelê Kurd girîng e gelê Tirk ji bo avakirina rewşa aştî û demokrasiyê bi berpirsyarî rabe, li dijî wezîfedarkirina qeyûm li şaredariyên DBP'yî dengê xwe bilind bike û li cem gelê Kurd cih bigire."

...