'Em ê têkoşîna li dijî faşîzma Erdogan geş bikin'
Ji Fermandarên TKP/ML TÎKKO Pala Dersîm destnîşan kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bi çi rengî hatibe meşandin, wê li dijî dagirkeriya Tirk jî bi heman awayî têkoşîn bê meşandin.
Ji Fermandarên TKP/ML TÎKKO Pala Dersîm destnîşan kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bi çi rengî hatibe meşandin, wê li dijî dagirkeriya Tirk jî bi heman awayî têkoşîn bê meşandin.
Ji Fermandarên TKP/ML TÎKKO Pala Dersîm destnîşan kir, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bi çi rengî hatibe meşandin, wê li dijî dagirkeriya Tirk jî bi heman awayî têkoşîn bê meşandin.
Pala Dersîm da xuyakirin, ku konsepteke înkar û tinekirinê li dijî gelê Kurdistanê tê meşandin û got, "Di çarçoveya vê konseptê de hewl tê dayîn bi tecrîda li Îmraliyê re vîna gelê Kurd teslîm were girtin."
Dersîm diyar kir, dagirkeriya dewleta Tirk wê bi tenê li Cerablûsê nebe û destnîşan kir, ku bi vê dagirkeriyê re hewl tê dayîn destketiyên Rojava bên fetisandin û pêşî li gihandina hev a kantonên Kobanê-Efrînê were girtin.
Dersîm daxuyaniya 'fermandarekî DAIŞ'ê ya di çapemeniyê de hat weşandin ku digot, 'Em ji Cerablûsê derneketin, me tenê riya xwe qusand' bibîr xist û ragihand, weke şoreşgerên Tirkiyeyî haya wan ji vê rastiyê heye.
Dersîm diyar kir, ew ne kesên piştgiriyê didin Şoreşa Rojava ne, ew yek ji hêzên bingehîn ên parastina şoreşê ne. Dersîm da zanîn, ew ê li dijî her şêwe êrîşê têkoşîneke xurt nîşan bidin û got, "Bi vê dagirkeriyê re komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava zêde bûn. Ji Efrînê heta Dêrikê li gelek cihan leşkerên Tirk mirovên sivîl qetil dikin, guleyan ber didin hêzên xweparastinê û şervanan qetil dikin. Ev nêzîkatiyên faşîz xweranegirtina dewleta Tirk a li destketiyên gelê Rojava nîşan didin."
'EM Ê TAWÎZÊ NEDIN Û TÊBIKOŞIN'
Pala Dersîm anî ziman, ku eger dewleta Tirk û AKP firsendê bibîne wê bixwaze Helebê jî dagir bike û da zanîn, li dijî dagirkeriyê ew ê tevî gelên Bakurê Sûriyeyê heta dawiyê ji gelek aliyan ve têbikoşin û bi biryar in, hêzên dagirker poşman bikin.
Fermandar Pala Dersîm ragihand, ew ê dagirkeriya dewleta Tirk li qada navneteweyî teşhîr bikin û wiha dewam kir: "Weke hêzên şoreşger ên Rojava, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojava, me xwe ji gelek aliyan ve amade kirine. Em ê bi ti awayî nehêlin ku Şoreşa Rojava ya veguheriye nirxê hevpar ê gelan, ji aliyê hêzên dagirker ve bê têkbirin. Çawa ku me li dijî çeteyan şer kirin, em ê li dijî xwediyê van çeteyan hêzên Tirk ên dagirker jî şer bikin. Ji bo vê çi gav pêwîst be em ê wê bavêjin. Ji ber ku hêza dagirker dewleta Tirk e, hîn bêhtir berpirsyariya têkoşînê dikeve ser milê me şoreşgerên Tirkiyeyî. Ji ber ku me ji bo vê şoreşê gelek berdêl dan. Lewma li dijî her şêwe êrîşan em ê tawîzê nedin û têkoşîna xwe geş bikin."
YA KU DEWLETA TIRK DÎN Û HAR DIKE, DESTKETIYÊN ŞOREŞA ROJAVA YE
Dersîm destnîşan kir, ku qonaxa heyî ya têkoşînê de dewleta Tirk neçar ma ye bihêle malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got, "Bi vî awayî dixwazin pêşî li hêrsa mezin bûye, bigirin. Lê belê wê ji armanca xwe venegerin. Weke parçeyek ji konsepta xwe ya tesfiye û tinekirinê, wê timî zextê û tecrîdê li Îmraliyê ferz bikin. Li dijî van polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, li derve û zîndanan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û gel li her qadê daket kolanan. Ya herî girîng jî, Şoreşa Rojava gav bi gav mezin dibe û digihêje asteke ku bandorê li hevsengiyên herêmê bike. Yek ji mijarên ku dewleta Tirk dîn û har dike, ev destketiyên Şoreşa Rojava ye."
Dersîm da xuyakirin, ku dîktatoriya Erdogan bi rengekî bêperwa êrîşî temamiya civakê dike, hewl dide vîna gel bişikîne û teslîm bigire û got, "Li dijî vê rewşa faşîzan û şîdetê, divê rhe kes li her cihî rabe ser piyan û ji bo têkbirina vê sîstema zordariyê, çalakiyan lidar bixin."