'Em ê jiyana xwe bi destê xwe ava bikin'

Pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê, piştî serketina berxwedana gelê Rojava ya di şer de, ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve hatiye dorpêçkirin.

Rojava bi awayekî giştî ve dorpêçkirî ye. Pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê, piştî serketina berxwedana gelê Rojava ya di şer de, ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve hatiye dorpêçkirin. Şoreşa Rojava ya ku pêşketina wê ya leşkerî û siyasî nikare bê astengkirin, niha jî bi ambargoyên aboriyê, bi girtina deriyan hewl tê dayîn teslîm were girtin. Deriyên sînor ên Rojava yên Sêmalka, Nisêbîn, Girê Spî û Murşîtpinarê hem bi destê rêveberiya Tirkiyeyê hem jî bi destê rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Deriyên li herêmên DAIŞ lê ne heta dawiyê vekirî ne, lê hemû deriyên ber bi şoreşê ve girtî ne...

Ev deriyên girtî bêguman bandorê li şoreşa Rojava, li jiyana rojane dikin. Girêdana bi derve yan jî têkiliya bi derve, ku li her deverê derbas dibe, ji bo Rojava jî derbas dibe. Pêdiviyên xwarin, vexwarin, kinc, derman, xurek û hilberîna rojane, parçeyek ji vê ambargoyê ne. Tevî van hemûyan jî şoreş li her qadê berxwedan û aboriya xwe ya alternatîf afirand û pêdiviyên jiyanî yên gel bi rengekî bêberdêl an jî buhayekî erzan pêşkêşî xizmeta gel dike.

Li gelemperiya Rojava û Kobanê, di serî de genim, ceh, nîsk, beqle, kîmyon û berhemên mîna wan ên çandiniyê tên hilberîn. Berhemên li Rojava dihatin hilberîn, di dema rejîma Baasê de bersiv dida ji sedî 70 ê tevahiya pêdiviya Sûriyeyê. Tevî ku rejîma Baas gel ji hilberînê qut dikir û li vê xakê berhemên cuda diçand jî, xaka Rojava tevahiya Sûriye xwedî dikir. Tevî ku Çemê Firatê bi 30 kîlometreyan nêzî Kobanê ye jî, Çemê Firatê ji axa Kurdan hatibû dûrxisitn. Li cihê Çemê Firatê tê re derbas dibe, ji bo xaka Ereban qenal hatin vekirin, lê ji bo herêmên Kurd lê dijîn di ser Reqqa û Girê Spî re bi pere dihat firotin.

Hem pirsgirêkên ji ber sîstema berê, hem jî yên ji ber ambargoyê, bi feraseta şoreşê ji holê tên rakirin. Ji bersiva ji bo pêdiviya gel a nan heta çêkirina avahiyan, pêdiviya bi avê, bicihkirina berhemenên çandiniyê, aborî ji girêdana bi derve tê rizgarkirin, ji nû ve tê birêxistinkirin û bersiv ji pêdiviyên gel re tê dayîn.

Di ji nû ve birêxistinkirinê de ji xebatên rêxistinkirina aboriyê heta xebatên hilberîn û esnafên li bazaran, aliyê hevpar ê civakê ev nêrîn e; "xaka me têra xwedîkirina me dike."

Endamê Komîteya Aboriyê ya Kobanê Mahsûm Hasan da xuyakirin, ku di dema rejîmê de aborî ji aliyê dewletê ve hatibû birêxistinkirin, lê belê ev hilberîn ne ji bo civakê, ji bo rejîmê dihat bikaranîn. Hasan got, "Xaka Rojava bi giştî ji bo hilberînê guncaw e. Têra xwe av û ax heye. Ji bo çandiniya fêkî û zebze jî guncaw e. Lê belê rejîmê timî pêşî li vê girt. Carna bi biryarên fermî, carna jî bi bahaneyên mîna 'nexweşî heye', hem pêşî li hilberînê girt, hem jî pêşî li pêşketinê girt. Tevî ev derfet hemû li Rojava hene, malzemeyên ji bo gelê Rojava ji aliyê Lazkiye dihatin. Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re, tevî pêşdebirina şoreşê, li qada aboriyê jî têkoşînê destpê kir. Weke armanca destpêkê me xwest berê gel bide hilberînê, bikin ku karibe xwe xwedî bike. Lewma em rewşa Kobanê bi rengekî xweser dinirxînin."

Hasan da zanîn, li Kobanê rexistinbûyîna siyasî û aboriyê wextekê aliqî û got, "Li Kobanê jiyana aboriyê li dora hin saziyan bi rêxistin bû. Hem Desteya Aboriyê ya Hikûmeta Kantonê hem jî li dora rexistinbûyînên mîna komîteya ji nû ve avakirinê, jiyana aboriyê ji nû ve zindî bû. Ji ber ku Komîteya Aboriyê bi temamî nîne, ev kar di nava yekparebûnekê de nehat kirin. Tevî vê yekê jî hin kar hatin kirin û alîkarî ji bo tedarikkirina pêdiviyên gel hat dayîn.

Beriya her tiştî bersiv li pêdiviya gel a bi mazotê hat dayîn. Bizirê ceh û cenim ji hewceran re hat dayîn. Ji bo gel goştê erzan, hêkan peyda bike, çîftlîkên mezin ên mirîşkan hatin çêkirin.

'WÊ BERSIVÊ BIDE PÊDIVIYA BI HILBERÎNÊ Û AMBARGOYÊ BIŞIKÎNE'

Her wiha em dixwazin karê beçxeyan bi pêş de bibin û bikin ku zebzeyên erzan bên peydakirin. Havînê ji vî alî ve wê pirsgirêkên gelekî girîng rû nedin. Ji bo zivistanê jî ev pirsgirêk dernekeve holê, me projeyên bi tîpa sera dan destpêkirin. Vê havînê û payîzê wê gel bi hêsantir karibe zebzeyan biçîne û ji bo derfetên karê bexçeyan bê zêdekirin sê sed hezar şitlên îsot, firingî, pacan hatin çandin. Di destê hikûmeta Kantonê de erdekî ji 23 hezar donimî heye. Ji bo van erdan bi tevlîbûna malên gel û meclîsên herêman kooperatîfbûyîn pêk hat. 12 hezar donim ji vî erdî radestî kooperatîfê hat kirin. Bi vê kooperatîfê re wê derfet pêşkêşî xizanan û mirovên derfetên xwe nînin, bê kirin.

Wekî din potansiyela me ya çandiniya zeytûn û fisteqê jî heye. Em hem hewl didin darên heyî bêhtir berhemdar bikin, hem jî yên nû biçînin. Tevî van hemûyan ji bo bersivê bidin pêdiviya nan a navend û gundên Kobanê, firinên nû û aş tên vekirin. Hem firinên kevn wê bên tamîrkirin, hem jî nan wê bi buhayekî gelekî erzan bê firotin."

'NIHA LI SER GELEMPERIYA ROJAVA AMBARGOYEK HEYE'

Hasan diyar kri, beriya du salan dema deriyên sînor ên Bakur û Başûr hatin girtin, pirsgirêkên cidî li Rojava der bûn, lê belê niha bandora vê ambargoyê mîna berê li ser jiyanê nîne.

Hasan da xuyakirin, ku karê hilberînê yê li her qada Rojava bi pêş dikeve, ambargoyê pûç dike û got, "Ambargo wê nikaribe Rojava û gel teslîm bigire. Wê nikaribe şoreşê bifetisîne."

'ŞOREŞA ROJAVA WÊ LI QADA ABORIYÊ JÎ BI SER KEVE'

Serokê Desteya Aboriyê ya Kantona Kobanê Muslum Bozan da xuyakirin ku şoreşa li Rojava hêviyê dide gelên cîhanê û rê li ber nerazîbûna dewletên serdest vekiriye. Bozan jî bal kişand ser ambargoya li ser Rojava û got, "Tirkiyeyê hemû deriyên xwe yên bi Rojava re girt. Lê ya herî girîng girtina deriyê Sêmalka ye ku ji aliyê hikûmeta başûr a bi serokatiya Barzanî ve hatiye girtin."

Bozan da xuyakirin, ku xaka wan ji bo bersivdayîna li pêdiviyên çandiniyê guncaw e û di mehên pêş de wê bersiv ji hemû pêdiviyên bajêr re bê dayîn.

Bozan diyar kir, ew projeyên xwe bi rengekî bi derve ve ne girêdayî be plan dikin û got, "Yên derî girtin, di destpêkê de hewl dan bi şer biqedînin. Ev jê nehat, rabûn koçberkirin ceribandin. Ev jî nebû niha hewl didin bi ambargoyê bikin. Lê wê nikaribin vê jî bi ser bixînin. Şoreşa ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve bi ser ket, wê di warê aboriyê de jî bi ser keve. Ne Tirkiye, ne PDK ne jî rejîma Sûriyeyê wê ti ji van nikaribin pêşî li vê serketinê bigirin."

'DERIYÊN SÎNOR JI BER NÊZîKATIYÊN SIYASÎ GIRTÎ NE'

Ji wezîfedarên deriyê sînor ê Murşîtpinarê Osman Ahmed jî da xuyakirin, ku şoreşa Rojava ji bo girtina deriyên sînor hincet tê nîşandan û anî ziman, hem ji ber Kobanê xwe komî ser hev kir, hem jî ji şer û berxwedana li Bakurê Kurdistanê, derî girtin e û bi tenê hefteyê du rojan, Şemî û Yekşemê li vegera gel tê vekirin.

Ahmed bal kişand ser bandora ambargoyê li ser aliyê din ê sînor û got, "Gelê li Pirsûs û Rihayê jî di vî derî de bazirganî dikir. Dewlet wan mijûl dike. Bi gotina 'em ê vekin' gelê herêmê mijûl dike. Em texmîn nakin ku ev derî were vekirin. Murşîtpiinar û deriyên din ên sînor ji ber nêzîkatiyên siyasî girtî ne."

'HEMÛ DERIYÊN BER BI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE, VEKIRÎ NE'

Yek ji aliyê herî girîng ê ambargoyê, esnaf e ku jiyana nava bajêr zindî dikin. Li dikanan niha zebze û fêkî gelekî kêm in.

Esnaf Yûsûf Berkel destnîşan kir, ku her çend pirsgirêkên wan ên peydakirina zebzeyan li bazarê hebin jî ew ne hewceyî Tirkan, ne hewceyî PDK û ne jî hewceyî DAIŞ'ê ne.

Berkel diyar kir, zebze û fêkiyên Kobanê ji niha û pê ve hilberîne wê têra gel bike û got, "Ji ber girtina deriyê sînor em namirin. Lê mafên mirovên li vê derê jî heye ku di nava tinebûnê de neyên ragirtin. Hemû deriyên berê wan li aliyê DAIŞ'ê ne, vekirî ne, malzeme ji wan tên derbaskirin. Lê hemû deriyên ber bi vî alî ve girtî ne."

Esnaf Mahmût Zeynel jî da xuyakirin, ku yên deriyan digirin dijminatiyê li vî gelî dikin. Zeynel bibîr xist, ku Kurdan gelekî zor û zehmetî kişandin û got, "Dîsa jî em ê bijîn, bila nanê me hebe bes e. Axa me têrê dike ku em pêdiviyên xwe jê peyda bikin û li ser piyan bimînin. Lê çima vê zilmê li me rewa dibînin. Me ti carî zilm li gelên bi hev re dijîn nekirin. Me nanê xwe bi wan re parve kirin."

Hilberîner, cotkar jî destnîşan dikin, ku hîmê bingehîn ê aboriyê ew e ku ew dixwazin aboriyê bi destên xwe ava bikin. Hilberîner ji axa Rojava bi hêvî ne.

...