‘Em ê di çarçoveya agirbestê de tevbigerin’
YPG’ê diyar kir ku hevpeymana navbera DYA û Rûsyayê de erênî dibînin û tekez dikin ku wê di çarçoveya agirbestê de tevbigerin.
YPG’ê diyar kir ku hevpeymana navbera DYA û Rûsyayê de erênî dibînin û tekez dikin ku wê di çarçoveya agirbestê de tevbigerin.
Navenda Ragihandin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkîldarî hevpeymana DYA û Rûsyayê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku weke Yekîneyên Parastina Gel hevpeymana di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsya gaveke erênî dibînin û tekez dikin ku di çarçoveya vê agirbestê de tevbigerin.
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got; “Em hêvî dikin ku bi vê hevpeymanê re em bi hev re li hemberî terora DAIŞ`ê şer bikin û li gorî biryara Meclisa Ewlekariyê ya Navnetewî 2254 derfetên ku pêvajoya veguhestina siyasî dest pê bike. Di vê pêvajoyê de dê Sûriyeke nû were avakirin û li gorî zagonên navneteweyî mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê were parastin.
Ji bo ku pêvajoya agirbestê daîmî be, divê hemû aliyên siyasî û di serî de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke aliyê sereke û hemû aliyên siyasî yên dîtir ciyê xwe di vê pêvajoya veguhestina siyasî de bigirin.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em ê li hemberî terora DAIŞ`ê têkoşîna xwe bidomînin. Hemû pêkhateyên herêmên ku hatine rizgarkirin û herêmên ku werin rizgarkirin biparêzin. Parastina pêkhateyên herêmê wê aramiyê li herêmê ava bike û dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Sûriyeyê bi dawî bike.”