Em di rêya wan de bimeşin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mustafa Turgay û Şabettîn Say ên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mustafa Turgay û Şabettîn Say ên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê bi girseyî hatin definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mustafa Turgay (Laşer Amed) ê ku di 8'ê Adarê de li herêma Til Temir di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Cenazeyên şervanên YPG'ê Mustafa Turgay (Laşer Amed) û Abdulkadîr Durgun (Şerzan Baz) û Gerîlaya YJA-Star Yagmur Tekdal ( Sarya Amara) piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê ber bi Amedê ve derxistin rê. Konvoya cenazeyan li duryana Bismilê ji aliyê gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin û pişt re anîn navenda bajar. Konvoya cenazeyan di bin nîşaneyên serketinê derbasî Goristana Yenîkoyê bû.

Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta goristanê cenazeyê Turgay ji aliyê welatiyan ve bi dirûşmên "YPG lê dide Kurdistanê ava dike" û "Şehîd namirin" ber bi cihê lê bê definkirin ve birin. Piştî karên definkirinê Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ji bo xeyala gerîlayên şehîd ketin pêk bînin wê her tim têkoşînê bikin. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku ew bi saya kesên jiyana xwe ji dest dan hatin vê astê.

Birayê Turgay Mehmet Turgay jî diyar kir ku birayê wî şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Divê em têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest da her tim bilind bikin."

Piştî axaftinan û karên definkirinê Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulkadîr (Şerzan Amed Baz) ber bi Pîranê û Cenazeyê Gerîlaya YJA-Starê Yagmur Tekdal (Sarya Amara) jî ber bi Lîceyê ve derxistin rê.

Sersaxiyên Turgay 3 rojan dê li Mala Şînê ya Dercîmtî bên qebûlkirin.

SAY LI FARQÎNÊ HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şaahabettîn Say (Bawer Jiyan Amed) ê ku di 7'ê hezîranê de li Serêkaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Hemê Reşo yê navçeya Farqînê ya Amedê bi girseyî hat definkirin. Konvoya cenazeyê Say li sêriya Êlih û Farqînê bi girseyî hate pêşwazîkirin û pişt re ber bi gund ve birin. Piştî vecîbeyên olî yên li mizgefta gund darbesta Say ji aliyê welatiyan ve hat wergirtin û ber bi goristana gund ve birin. Piştî meşê cenazeyê Say li goristanê hat definkirin. Piştî karên definkirinê bavê Say Beşîr Say axivî û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo namûs û şerefa kurdan canê xwe fedakir."

Piştî axaftinan girseyê dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin. Sersaxiyên Say wê li gund bên qebûlkirin.