'Em dengê xwe bi kar bînin, bibin muşahît, sindoqan biparêzin'

DEM-GENÇ, OGK, Meclîsên Ciwanan ên DBP û KCD'ê, bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî ciwanan kirin, ku bi ruhê seferberiyê dengê xwe bi kar bînin, bibin muşahît û heta bidawîbûna jimartinê, sindoqan biparêzin.

Federasyona Komeleyên Ciwanan a Demokratîk (DEM-GENÇ), Jinên Ciwan ên Azad (OGK), Meclîsên Ciwanan ên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li salona civînê ya KCD'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Di civînê de namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli, Nûnerê Ciwanên YNK'ê Dilzar Shahoyî û gelek ciwan amade bûn. Li ser navê ciwanan Jiyan Abdussemedoglû daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya nikarî xwe li serketina HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê rabigire, li dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê şer îlan kiriye, li gelek cihan komkujî kiriye.

Abdussemedoglû da xuyakirin, ku AKP bi bikaranîna polîtîkayên qetlîamker û faşîzan re hewl dide têkoşîna hevpar a navbera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê parçe bike û got, "Lê belê mîna duh, wê îro jî nikaribe bi ser bixîne. Hewl didin vê mesajê bidin; 'kî ji bo azadî û demokrasiyê têbikoş e, kî li cem Kurdan bisekine, wê aqûbeta xwe Pirsûs û Enqere be'."

Abdussemedoglû ragihand, ku desthilatdariya ber bi dawiyê ve diçe, dest avêtiye polîtîkayên şerê taybet û got, "Şerê ku tê meşandin, şerê tirsandina gelan e. Lê belê em ê netirsin, ji her demê bêhtir em ê têbikoş in. Çawa ku me li hemberî 'torosên spî' li ber xwe dan, em ê li hemberî wan jî li ber xwe bidin."

Abdussemedoglû diyar kir ku AKP wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de serî li hîleyan bide û destnîşan kir ku ew ê weke muşahît xwedî li dengan derkevin.

Abdussemedoglû, li dijî pêkanînên antî demokratîk û şerê AKP ferz dike, bang li hemû gelan bi taybetî jî ciwanan kir, ku di 1'e Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê û ev bang kir:

"Bi pêşengiya hemû meclîsên me yên ciwanan ên li zanîngeh, lîse û herêman, em bang li ciwanên welatparêz, demokrat, sosyalîst û şoreşger dikin, ku bi ruhê seferberiyê bibin muşahît û heta bidawîbûna jimartina dengan li dibistanan bisekinin û sindoqan biparêzin."

Namzeta HDP'ê ya Parlamenteriyê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli jî bang li hemû gelan bi taybetî jî ciwanan kir ku li dijî polîtîkayên şerê qirêj ê AKP'ê dengên xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.