'Em biryarên Bexdayê nas nakin'
Waliyê Kerkûkê û Serokê Meclîsa Kerkûkê diyar kirin, ku ew ê biryarên rêveberiya Iraqê yên li ser guhertina cihê wezîfeyê, nas nekin.
Waliyê Kerkûkê û Serokê Meclîsa Kerkûkê diyar kirin, ku ew ê biryarên rêveberiya Iraqê yên li ser guhertina cihê wezîfeyê, nas nekin.
Waliyê Kerkûkê û Serokê Meclîsa Kerkûkê diyar kirin, ku ew ê biryarên rêveberiya Iraqê yên li ser guhertina cihê wezîfeyê, nas nekin.
Necmeddîn Kerîm, li ser biryara Wezareta Karên Hundir a Iraqê ya der barê guhertina cihê hin payebilindên ewlekariyê yên li Kerkûkê de, civîneke çapemeniyê lidar xist Kerîm got, "Em êdî biryarên ji Iraqê tên wergirtin, bi taybetî jî biryarên li ser guhertina cihê hêzên ewlekariyê, nas nakin."
'EM BIRYARÊ NAS NAKIN'
Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn kerîm û Serokê Meclîsa Kerkûkê Rebwar Fayîk, ji bo biryarên rêveberiya Iraqê binirxîne, civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna li avahiya Walîtiyê de hat ragihandin ku ew ê biryarên Bexdayê yên li ser Kerkûkê qebûl nekin. Di civînê de hat gotin, "Biryarên Wezareta Karên Hundir dikarin li Bexdayê bi cih bên anîn, dibe ku erka Wezaretê hebe dest li wir werde, lê belê biryarên Wezaretê yên li ser Kerkûkê wê neyên naskirin û bi cih neyên anîn."
'BIRYARÊN XWE EM Ê BI XWE WERBIGIRIN'
Kerîm diyar kri ku ev biryar ancax dikare ji aliyê Komîsyona Ewlekariyê ya Kerkûkê û Meclîsa Walîtiyê bê wergirtin û got, "Heta roja îro hikûmeta navendî ya Iraqê fîşekek, wesayîtek an jî çekek jî ji hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê re neşandiye. Lewma erka xwe nîne ku cihê hêzên ewlekariyê biguherîne. Ev biryar ancax dikare ji aliyê Meclîsa Bajêr, Komîsyona Emniyetê û Meclîsa Walîtiyê ve bê dayîn. Yanî biryarên xwe em ê bi xwe werbigirin."
Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi fermannameyekê re ragihandibû ku wê cihê wezîfeyê yê Midûrê Emniyetê yê Kerkûkê Cemal Tahir, Fermandarê Tûgaya Torhan Ebdullrehmanî Yarîderî, Midûrê Emniyetê yê Daqûqê û gelek efseran biguherîne.