Êlih: Di AKP'ê de krîz, piştgiriya ji HDP'ê re zêde dibe
Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku partiyên siyasî beyannameyên xwe aşkera kirin, xebatên AKP’ê li Êlihê –mîna gelek deveran- bi pirsgirêk destpê kirin.

Civak ku guh nade ‘sozên kar’ ên veşartî ku namzetên AKP’ê didin, piştî îstîfaya namzetê AKP’ê Emîn Ekmen ê di rêza duyemîn de namzet bû rêxistina AKP’ê ya Êlihê kir nav tengasiyan.
YEKANE HÊVİYA NAMZETÊN AKP'YÎ
Li yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê Êlihê ku AKP bi taybet olê îstîsmar dike, hê jî krîza rêza namzetan nehatiye çareser kirin. Mehmet Emîn Ekmen ê çavlirê bû di rêza yekemîn de bibe namzet di roportajeke xwe ya ji çapemeniyê re gotibû: "HDP wê teqez 3 parlamenteran derxe. Ez jî naxwazim wek Oya Eronat li ser a amade rûnim.” Tê diyarkirin ku gelek namzetên AKP’ê hêviya xwe bi derbasnekirina bendê ya HDP’ê ve girêdane.”
LI HEMBER NAMZETÊN AKP’ê NERAZÎBÛN HEYE
Sekna bêwesf a namzetê AKP'ê yê rêz yekemîn a Êlihê Zîver Ozdemîr AKP hê zêdetir kir nav zehmetiyan.
Piştî îstîfaya Ekmen ku Ahmet Înal di rêza duyemîn de wek namzet hat nîşandan wek wekîlên din ên AKP’ê xwedî sîcîleyeke xerab e. Înal ku bi rêya telefonê li Miftiyê Beşîrî yê tê diyarkirin tayîna xizmê wî dabû, heqaret û tehdît kiribû. Vê jî rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.
GEL XWEDÎ LI XEBATÊN HDP'Ê DERKETİ
Tevî lewaziya ku AKP dijî jî, HDP ji bo xebatên hilbijartinê cidiyetê kêm nake. Beyannameya HDP’ê ku hêviyêk mezin di nav gel de afirand… Ji derveyî Rêxistina HDP’ê ya Êlihê gundî, karker, memûr, esnaf û her beş ji bo HDP hilbijartineke bihêz derbas bike di nav xebateke aktîf de ne.
JI BO DENGAN HIŞYARÎ!
Ligel vê di her pêvajoya hilbijartinan de ku li Êlihê dengên şewitî di çopan de tên dîtin, di hilbihartina herêmî ya buhrî de jî li Heskîfê û Hezo diziya dengan bi belgeyan derketibû holê.