Elîaçik: DAIŞ serberedayî bê hiştin wê Stenbolê bi dest bixe!
Îlahiyatnas nivîskar Elîaçik diyar kir ku DAIŞ ji bo her kesî xetere ye û destnîşan kir ku her serketina YPG'ê ya li hemberî wan, pêşeroja Rojhilata Navîn û Misilmanan eleqedar dike.
Îlahiyatnas nivîskar Elîaçik diyar kir ku DAIŞ ji bo her kesî xetere ye û destnîşan kir ku her serketina YPG'ê ya li hemberî wan, pêşeroja Rojhilata Navîn û Misilmanan eleqedar dike.
Îlahiyatnas nivîskar Elîaçik diyar kir ku DAIŞ ji bo her kesî xetere ye û destnîşan kir ku her serketina YPG'ê ya li hemberî wan, pêşeroja Rojhilata Navîn û Misilmanan eleqedar dike. Elîaçik da xuyakirin ku yên bi awayekî vekirî û sergirtî destekê didin DAIŞ'ê gunehekî mezin dikin.
Îlahiyatnas nivîskar Îhsan Elîaçik girîngiya serketina YPG'ê ya li Girê Spî, ji ANF'ê re nirxand.
'JI BO MISILMANAN XETERIYEKE MEZIN E!'
Elîaçik da xuyakirin ku derketina DAIŞ'ê hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo cîhana Îslamê pirsgirêkeke gelekî mezin e û anî ziman ku DAIş li aliyekî karakteriya giştî ya Rojhilata Navîn nîşan dide, li aliyê din jî bi şîdet, kuştina mirovan, bi lêdana qemçiyan li mirovên nimêjê nakin, bi serjêkirina mirovên rojiyê nagirin û bawer nakin re, damarê şîdetê yê di nava Îslamê de temsîl dike. Elîaçik bibîr xist ku têkoşîna divê li hemberî vê şîdetê bê dayîn îro ji aliyê YPG'ê ve tê dayîn. Elîaçik got, "Eger DAIŞ'î serberedayî bên hiştin wê Stenbolê jî bi dest bixin û ala feth daliqînin" û anî ziman ku DAIŞ ji bo Misilmanan xetereyeke mezin e, lê hînê haya gelek Misilmanan ji vê nîne.
'DAIŞ QEDEXEYÊN ÎSLAMÊ BINPÊ DIKE'
Elîaçik da zanîn ku yên bi awayekî vekirî û sergirtî destekê didin DAIŞ'ê şaşitî û guneheke mezin dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Quranî Kerîm zordarî qedexe kiriye, nobedariya li ser navê ol qedexe kiriye, li ser navê mirovan axaftina li ser ol qedexe kiriye, pîvana 'di ol de zordarî nîne' aniye, kuştina mirovan qedexe kiriye, cariye yan jî firotina mirovan qedexe kiriye, bi zorê kirina nimêjê û girtina rojiyê li ser mirovan qedexe kiriye, tiştekî weke 'yên bawer nakin bikujin' negotiye, pêxemberan komkujî nekirine û ji bilî hunerê parastinê bi ti awayî li dijî kesî şer nekirine. DAIŞ'ê van qedexeyan hemûyan binpê dike."
Elîaçik da xuyakirin ku ji bo reşkirina Îslamê pêwîstî bi derxistina sîxuran nîne, ji xwe DAIŞ bi mejî û feraseta xwe ya ol re, gelek tiştan dide mirovên dixwazin Îslamê reş bikin.
'DIVÊ HERÊMA EWLE BE'
Elîaçik bibîr xist ku xeteriya DAIŞ'ê roj bi roj li her devera Rojhilata Navîn belav dibe û destnîşan kir ku ji bo rawestandina DAIŞ'ê, serketina YPG'ê û hevgirtina hemû kantonan girîng e. Elîaçik got, "Pêwîste li Kantona Cizîrê, li Kantona Kobanê herêmeke ewle hebe, ji ber ku her serketina YPG'yiyan yekser pêşeroja tevahiya Rojhilata Navîn û Misilmanan eleqedar dike. Înşalleh wê YPG serketî be."