Elewîtî li Awûstûryayê bi awayekî fermî hat naskirin
Wezareta Perwerde, Çand û Hunerê ya Awûstûryayê, serlêdana Elewiyên Kurdistanî qebûl kir û Elewîtî bi awayekî fermî nas kir.
Wezareta Perwerde, Çand û Hunerê ya Awûstûryayê, serlêdana Elewiyên Kurdistanî qebûl kir û Elewîtî bi awayekî fermî nas kir.
Wezareta Perwerde, Çand û Hunerê ya Awûstûryayê, serlêdana Elewiyên Kurdistanî qebûl kir û Elewîtî bi awayekî fermî nas kir. Elewiyên Kurdistanî xwestibûn weke baweriyeke olî ya Qedîm/Kevin-Elewiyan mîna olekî serbixwe û xweser were naskirin.
Piştî naskirina Elewîtiyê li Awûstûryayê, Elewiyên Kurdistanî bingeheke qanûnî ava kirin ku karibin pê gelek mafên xwe bikar bînin.
ÇIMA NAVÊ WÊ ELEWÎTIYA (QEDÎM/KEVN) E?
Civata baweriyan a Elewî-Îslam beriya niha li gorî qanûnên Awûstûryayê di 16'ê Kanûna 2010'an de bi awayekî fermî hatibû naskirin.
Vê derdorê, navê xwe di rêziknameyê de bi kurtasî weke ELEWÎ deklare kiribû û ev nav bi vî rengî bi tenê wan bikaranî bû. Yekîtiay Elewiyên Kurdistanê jî di serlêdana xwe ya sala 2012'an a li Wezareta Çand, Huner û Perwerdeyê de destnîşan kiribû ku Elewîtî olekî serbixwe ye.
Li gorî qanûnên Awûstûryayê, ji ber ku bi navê ELEWÎTiyê saziyekeke din serlêdan kiribû û hatibû qebûlkirin, ji Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê re hatibû ragihandin ku di bin navekî din serlêdana xwe bikin.
Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê jî, weke mînakên Katolîkên-Berê hwd. ên li Awûstûrya û Cîhanê, navê Elewîtiya-Kevin tercîh kir.
Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê ragihand ku nav mijareke teknîkî ye û ragihand ku ya girîng naskirina Elewîtiyê weke olekî serbixwe û xweser e.
Piştî ku serlêdana Elewiyên Kurdistanî hat qebûlkirin li Awûstûryayê derfet derketin holê ku dergahên li Awûstûryayê bibin xwedî statuya qanûnî, Elewiyên Kurdistanî bi awayekî fermî ben temsîlkirin, di dersên olî yên li dibistanan de baweriya Elewîtiyê ji zarokên Elewiyan re bê dayîn, mamoste bên gihandin, di beşên teolojiyê yên zanîngehan de Elewîtî bê hînkirin, di rojên Aşûre û û Cema Xizir de zarok karibin neçin dibistanan.