‘Eleqeya me bi teqîna Pirsûsê re tine ye’
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, da zanîn ku eleqeya wan bi teqîna ku li nuqteya polîsan a Pirsûsê pêk hatiye tine ye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, diyar kir ku eleqeya wan bi teqîna li Pirsûsê tine ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Duh saetên sibehê (13'ê Sibatê) di ketina navçeya Pirsûsê ya Rihayê de li nêzî nuqteya polîsan teqemeniyek hatiye teqandin û ti eleqeya hêzên me bi vê teqînê tine ye. Bi taybet jî di vê astê de li navçeya Pirsûsê teqandina bombeyekê, nîşaneya hewldanên provokatîf ya der barê pêvajoyê de ye.
Dîsa bi heman awayî duh 13’ê Sibatê di saetên nava rojê de li navçeya Bismil a Amedê 21 bombeyên bi destan hatine çêkirin hatin dîtin û divê ev bûyer jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Ev bûyer hemû nîşan didin ku hêzên sabotajkar ketine dewrê.”