El-Ekrad nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kirin

Navenda Ragihandina Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di şerê Um El-Qura ya Herêmên Şehbayê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Navenda Ragihandina Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet El-Ekrad (Eniya Kurdan) bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 Şervanên xwe yên ku li gundê Um El-Qûre jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Cephet El-Ekrad wiha got: “Gundên Um El-Hoş û Um El-Qura 4`ê Îlona 2016`an çeteyên DAIŞ’ê ji herdu aliyê El- Wehşiye û Til Qirah ve êrîş li dar xistin, li ser van êrîşan hêzên me bersiva dan û gelek ji çetan hatin kuştin.

Di wî şerî de, 3 Şervanên Hêzên Cebhet El-Ekrad gihêştin asta şehadetê.”

Nasnameyên şervanên Cebhet El-Ekrad ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Ferûq

Nav û Paşnav: Farûq Baz

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: El-Şehba – Numan 1988

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Helebê – El-Şehba- Um El-Qura 4-9-2016

***

Nasnav: Denîz

Nav û Paşnav: Celal Elî

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: Efrîn – Bilbilê – Qestelê Miqdêd

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Helebê – El-Şehba – Um El-Qura 4-9-2016

***

Nasnav: Rojhat Welat

Nav û Paşnav: Hesen Ehmed Hesen

Navê Dayikê: Xezalê

Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: Efrîn – Birc Hêderê 1998

Cih û dîrika şehadetê: Gundewarên Helebê – El-Şehba – Um El-Qura 4-9-2016