Efrînî dê li dijî êrîşan bimeşin

Efrînî dê li dijî êrîşan bimeşin

Şêniyên Efrînê, li dijî êrîşên ku di demên dawî de bi taybetî li derdora Efrînê li dijî kurdan pêk tên, dê saet di 17.00'an de meşek bi meşale li dar bixin.

Meşa ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve tê organîzekirin, dê saat 17.00'an de li navenda bajêr bê lidarxistin. Di meşê de dê peyamên wekî, "Em yekîtiya gel dixwazin", "Êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser kurdan e", "Em rê nadin ku herêma me bibe qada şer", "Em yekîtiya gelan dixwazin" bêne dayîn.

Organîzatorên meşê, banga tevlîbûnê li gel kir.