Êdî otobûsên şaredariyê diçin hemû navçeyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10 otobûsên nû kirîn, ji van 6 ji bo navçeyên Henê, Hezro, Pasûr, Çinar, Lîce û Karazê terxan kirin û bi vî awayî seferên otobûsan bo hemû navçeyan destpê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji par ve ye li 7 navçe û 3 bajarokan xizmeta otobûsan dimeşîne, îro, 10 otobûsên nû kirîn, ji van 6 ji bo navçeyên Henê, Hezro, Pasûr, Çinar, Lîce û Karazê terxan kirin û bi vî awayî seferên otobûsan bo hemû navçeyan destpê kir. Hevşaredarên me di danasîna 10 otobûsan de axivîn û got ku ew ê veguhastineke bi ewle, bi konfêr, erzan be.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala par xizmeta otobûsan ji bo navçeya Erxenî, Farqîn, Pîran, Bîsmîl, Çêrmûg û Çingûşê û bajarokên Şolen, Salat û Tepê dabû destpêkirin, ji îro ve destpê kir xizmeta şaredariyê ji bo 6 navçeyên dîtir jî da destpêkirin. 

 Îro li Rawestgeha Otobûsan a Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya me danasîna 10 otobûsan hate kirin. Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli, Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Ebubekir Bal, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullah Sevinç, Endamên Meclisa Şaredariyê û xebatkarên UKOMEyê beşdarî vê kombûnê bûn.

48 OTOBUS DI NAV 2 MEHAN DE DIKEVIN XIZMETÊ

Hevşaredar Firat Anli, di axaftina vir de got ku 10 otobûs îro ketine xizmetê ku dê li navend û navçeyan xizmetê pêk bînin. Anli ev otobûs li gel û bajêr pîroz bin û got, “Xebata me ya herî girîng veguhastin bû. Piştî xebatekên salekê îro em gava duyem diavêjin. Par me xizmeta otobûsan bo 7 navçe û 3 bajarokan da destpêkirin. Îro û pê ve jî em xizmeta otobûsan bo 6 navçeyên mayî didin destpêkirin.” Anli diyar kir ku Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Ebubekir Bal der barê van 10 otobûsan de  û fedakariyeke mezin kiriye, ji bo vê spasiya wî kir û got, êdî pêkhateyên bajêr bi hev re dixebitin.

Anli bi bîr xist ku ew ê di nav mehekê de 22 û hema piştî wê jî 26 otobûsên bi gazê dixebitin bixin ber xizmetê û got, ji bo veguhastineke bi konfêr û bi ewletir ew ê xebatên xwe bidomînin.

KIŞANAK: HATÛÇÛYINEKE ERZAN Û EWLE GIRÎNG E

Kişanak, da zanîn, yek ji mafên niştecihên bajêr mafê xwegihandinê ye û weha axivî: “Mafê her kesî ye, bi awayekî ewle biçe û bê karê xwe û geşta xwe bike. Her weha berbelavbûn û erzanbûna hatûçûyinê jî gelek giring e. Şaredariya me jî di serî de giringiyê dide vê.” Kişanak, daxuyand, îro 10 otobûsan bi vê rêgezê dest bi kar kiriye û weha got: “Îro 6 otobûs ji bo navçeyan ketin xizmetê. Li Amedê navçe neman ku otobûsên şaredariyê neçinê. Bêguman, ev otobûsên diçin navçeyan heman demî di gundên ser riya xwe re jî derbas dibin.”

Kişanak, bal kişand ser kalîte, berbelavî, erzanî û rehetiya veguhastinê û got, her kesê ku dixwaze bi awayekî rehet xwe bigihîne navçeya xwe dê ji vê sûdê wergire.

Piştî axaftinan Hevşaredar Anli û Kişanak ji şofêran xwest, bi taybetî di warê astengdaran de hayjixwe hebin. Kişanak diyar kir ku Amed, bajarekî jinane ye ku bo tevahiya welat nimûne ye. Piştre Anli li cihê şofêr siwar bû û dest bi ajotina otobûsê kir.

...