Wezareta DYA’yê ragihand ku divê şîrketên petrolê bê hukûmeta navendî ya Iraqê bi Herêma Kurdistanê re peymanan îmze neke. Şîrketa Frensî Totalê jî peyama duwemîn li gel Herêma Kurdistanê mor kir.
Berdevka Wezareta Derve Victoria Nuland, ragihand ku ew careke din dubare dikin ku ger şîrketên wan ên petrolê li herêmên din ên Iraqê, bê hukûmeta Iraqê peymanên ji bo hilberîn û derxistina petrolê mor bikin, dê li rastî zoriyên huqûqî bên.
Şîrketên mezin ên petrolê yên DYA ExxonMobil ve Chevron, li hemberî hemû zext û hişyariyên hikûmeta navendî ya Iraqê bi Hukûmeta Herêma Kurdistanê re peyman mor kirin. Nuland ragihand ku ev her du şîrket dê bi xwe biryara xwe bidin.
Şîrketên mezin ên lêgerîna petrolê li ser hukûmeta Bexdayê re baz didin û berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Piştî Chevron û Exxon Mobil ên DYA’yê, şîrketa mezin a Frensî Total û Gazprom Neft a Rûsan bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re peyman mor kirin. Li hemberî hemû gef û hewldanên hukûmeta Bexdayê, lê ev şîrketên mezin Başûrê Kurdistanê çêtir dibînin.
Şîrketa Petrolê ya Frensî Totalê jî piştî peymana yekemîn a li gel Kurdan, di 21’ê tebaxê de peymaneke din a nû ya li gel herêma Kurdistanê mor kir.