BI DÎMEN

Dûran Kalkan: Emîne Erciyes pêşenga piralî ya xeta azadiyê ya jinê bû

Dûran Kalkan şehîd Emîne Erciyes weke ‘Fermandareke ku di nava her şert û mercî de têkoşiya, qada îdeolojîk-civakî gihand hunerê û li dijî tasfiyekariyê sekneke pêşeng nîşan da’ pênase kir.

DÛRAN KALKAN

Ji damezrînerên PKK'ê Dûran Kalkan têkildarî Emîne Erciyes axivî ku 20’ê Nîsana 2020’î li Garê şehîd ket. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

“Şehadeta hevrê Emîne Erciyes, Ekîn Amara û Zîn Zagros hate ragihandin ku 20’ê Nîsana 2020’î de li Garê şehîd bûn. Yên ku wan nas dikin, hevrêyên wan gelekî nîqaş dikin. Çapemenî jî ji raya giştî re qala jiyan û têkoşîna wan dike. Bi rastî jî mirov van hevrêyan çiqasî nîqaş bikin, çiqasî li ser rastiya jiyan û têkoşîna wan bisekinin wê ewqasî rast be. Ji ber ku heqê wan e.

Bi têr û tijî jiyan. Hebûna xwe dan têkoşîna azadiyê Bûn neferên serketî yên tevgera me ya azadiyê. Bûn sembolên têkoşîna me ya azadiyê. Li ser vê esasê em hevrê Emîne, Ekîn û Zîn bi hezkirina hevrêtî, hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li armanc Û bîranîna wan derkevin.

‘DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE TÊKOŞIYA, BÛ XWEDÎ KEDEKE MEZIN’

Hevrê Emîne fermandara herdu hevrêyên din bû. Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bû. Di nava Konseya Fermandariyê ya HPG’ê de bû. Demeke dirêj li nava refên gerîla têkoşiya, kar kir. Bi sedan, bi hezaran şervanên azadiyê yên jin perwerde kir. Ne tenê şervanên jin perwerde kir, gerîlayên mêr jî li ser xeta azadiyê ya jinê kir xwedî kesayetiyeke rêxistinî û îdeolojîk a rast, ji bo li ser xeta Apoyî gerîlabûyîneke rast bê meşandin gelekî hewl da.

Nesekinî, nebetilî. Bi şev û roj, li pêşberî zehmetiyan nesekinî. Di nava her şert û mercî de têkoşiya, kedeke mezin da. Keda wê li ser me hemûyan heye. Nirxên gelekî mezin tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir. Li ser van bingehan wê timî bê bîranîn. Di nava têkoşîna me ya azadiyê de wê heta dawiyê bê bîranîn.

Dema ku qeala dîroka jiyanê ya hevala Emîne tê kirin, her kes hîn dibe ku beriya Komploya Navneteweyî tevlî perwerdeya Rêbertî bû. Li qada Rêbertî ma û bi rengekî çalak tevlî karên perwerdeyê bû. Bi komployê hesiya û xwe perwerde kir, amade kir. Komploya li hemberî Rêber Apo hîs kir, metirsî radix pêş çavan û fêhm kir. Li ser vê bingehê xwe ji têkoşîna herî zehmet, wezîfeyên herî xetere re amade kir.

DI HER GAVÊ DE TEVKARÎ LI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOMPLOYÊ KIR

Di tevahiya jiyana xwe de li hemberî Komploya Navneteweyî têkoşîneke bêteredût meşand. Ji bo sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bê parçekirin, tinekirin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û têkoşîna me ya azadiyê bi ser bikeve, hemû hunera xwe seferber kir. Têkoşîneke mezin afirand û li hemberî komployê di her gavê de bû xwedî cihekî diyar û tevkarî li têkoşînê kir.

Hevrê Emîne bi rastî jî kesayeteke yekalî nebû, kesayeteke piralî bû. Ne bi yekalî lê bi yekgirtî tevlî xeta Apoyî bû. Bi têra xwe romantîzma gerîla jiya. Di nava şert û mercên herî giran de dikarîbû bikeniya û bi moral bûya. Ji bo jiholêrakirina astengiyan û têkbirina zehmetiyan timî ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Ti carî teredût nekir, xwe lawaz nîşan neda.

Bi rengekî hevgirtî beşdarî nava têkoşîna şoreşgerî bû. Kesayeteke şoreşgerî ya komple derxiste holê. Bi qasî şervaniya xwe gerîla bû, bi qasî fermandariya xwe rêveber bû, bi qasî rêxistiniya xwe şanoger û sînemavan bû. Distira, dinivîsand, helbest dinivîsand, helbestvan bû.

DI ASTA HERÎ PÊŞENG DE BEŞDARÎ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TASFIYEKARIYÊ BÛ

Ji bo wezîfeyên şoreşgerî çi pêwîst bû li gorî wê tevdigeriya, di nava her şert û mercî de zanîbû bixebitiya, diafirand. Li ser vê bingehê li hemberî komploya navneteweyî nirxên mezin tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir. Li dijî tasfiyekariya ku li hemberî êrîşên komploya navneteweyî çok danîbû, wê helwesteke bêteredût, bi zanebû û rêxistinî nîşan da.

Ti carî teredût nebû, lawazî nekir. Berevajî vê yekê li hemberî tasfiyekariyê têkiliya xwe ya bi xeta azadiyê ya jinê zû xurt kir û li hemberî tasfiyekariyê bi bawerî, zanebûn û rêxistinî helwest nîşan da, têkoşiya û di asta pêşengiyê de tevlî têkoşîna li ser xeta Apoyî bû. Şervaneke azadiyê ya jinê ya bi vî rengî bû.

Li hemberî her cûre êrîşên ji ber mejiyê serweriya mêr, sîstema dewletperest û desthilatdariyê bi serbilindî sekinî, li ser xeta azadiyê ya Apoyî têkoşiya. Hem rastî danî holê hem jî paşverûtî, êrîşên tasfiyekarî, zextên ji ber mejiyê bi serweriya mêr analîz kir, ji bo rê û rêbazên afirîner ên têkbirina vê yekê jî di asta pêşengiyê de tevlî bû.

LI QADÊN HERÎ ZEHMET ÊN GERÎLA CIH GIRT

Di demekê de ku êrîşên komploya navneteweyî, sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê zor dida tevgera me, gelê me û her kesên bi daxwaza azadiyê, ew hat çiyayên Kurdistanê, nû tevlî nava refên gerîla bû û li gel ku di nava têkoşîna azadiyê de hîn milîtaneke ciwan bû, bi xurtî tevlî bû, li hemberî êrîşên paşverû û tasfiyekariyê sekneke xurt nîşan da û di dema xwe de li cihê xwe bi rêbazên afirîner têkoşiya, encam bi dest xist. Li pêşberî guhertina paradîgmayê paradîgmaya dewletparêziyê danî aliyekî, paradîgmaya civaka demokratîk; paradîgmaya nû ya xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya civakî, li ser bingeha ku Rêber Apo afirand, fêhm kir. Di vê pêvajoyê de sekna xwe ya li hemberî komployê piralî, afirîner bû, kesayeteke pêşeng a bi bandor bû.

Ji aliyekî ve li hemberî komployê li qadên herî zehmet ên gerîla ku weke qada zehmet û herî çalak a têkoşînê tê dîtin cih girt, li aliyê din jî pêwîstiya têkoşîna li dijî komployê bi çi hebûya, pêwîstiya kesayetiya şoreşger a paradîgmaya modernîteya demokratîk bi çi hebûya, ew kir. Perwerde lidar xist, li biryargehan ma, rêveberî kir. Ji wê jî wêdetir tevkariyên mezin li karên îdeolojîk, huner, wêje û helbesta li ser zemîna gerîla kir. Bi rastî jî xwedî huner bû. Ya rast huner bi her kesî re heye. Ya mayî ew e ku ew kes huenra xwe derxîne holê. Hevalal Emîne ew hêz nîşan da, li nava gerîla derket pêş, dihate naskirin.

Ji aliyê potansiyelê ve çi pê re hebûya hemû çalak kir. Tenê weke potansiyelekê di nava xwe de nehişt. Hêza xwe ya potansiyelê bi xwe re nebir gorê, ku Rêber Apo ev yek timî rexne dikir. Berevajî wê gerîlatî bi têr û tijî derbas kir, pêwîstiyên milîtaniya şoreşgerî bi cih anî. Hemû hunerên xwe rakir ser piyan û tevlî têkoşîna azadiyê, xeta azadiyê ya jinê kir. Her tişt ceriband, tevlî her karî bû.

HEMÛ HEWCEHIYÊN PÊŞENGTIYA MILÎTANIYA ŞOREŞGERÎ BI CIH ANÎN

Di hemû xebatên xwe de encamên girîng bi dest xistin. A niha helbestên wê tên xwendin, nivîsên wê tên xwendin, fîlmên ku têde lîstiye tên temaşekirin. Beriya her tiştî şanogereke gelekî serkeftî bû. Şanoyên ku têde cih girtine, tên temaşekirin. Hevrê Emîne, hemû hewcehiyên pêşengtiya milîtaniya şoreşgerî, perwerdekirina civakê û zanedarkirinê bi cih anîn. Girêdayî vê yekê bi qasî ku xwe di warê leşkerî de kûr kir, di warên îdeolojîk û civakî de jî xwe pêş xist. Di mijara pêşengtiya gerîlayan a ku civakê asta hîndekariyê pêş bibe û berheman bide dayîn de gelekî ked da. Hewleke wiha ya afirîner û bi bandor da.

Pêvajoyê şerekî dijwar hewce dikir. Bo nimûne, li gel guherîna stratejiya 1’ê Hezîrana 2010’an, li gel Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî gerîla û tevgera me ya azadiyê kete serdema têkoşînê. Hevrêya Emîne, ji şervantiya gerîlayan û fermandariya wê re li herî pêş û li qadên herî dijwar tevlîbûnek nîşan da. Li ser erdnîgariya Zagrosan a asî hemû tecrûbeyên xwe derxistin holê, hemû enerjiya xwe seferber kir û gerîlatî kir.

Li erdnîgariyên dijwar ên weke Cîlo û Çarçelayê geriya, bû alîkar ku gerîla li her deverê şopa xwe bihêle. Bandora xwe pêş xist, li hemberî êrîşên faşîst û dagirkeriyê bi awayê herî bibandor têkoşiya û tevlîbûneke di asta pêşengtiyê de nîşan da. Hêz lê zêde kir û piştgirî da. Li hemberî êrîşa şerê taybet a dagirkeriyê û faşîst a di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi awayekî topyekûn hate kirin, qada xwe ya xebat û têkoşînê berfirehtir kir. Li gel şerî perwerde û rêveberî jî bi rê ve birin.

Negot ku zehmetî hene, astengî hene, êrîşên dijmin dijwar in û têkoşîn nayê meşandin. Berovajî wê êrîş her çend dijwar dibûn jî hevrêya Emîne hewla xwe ew qasî mezin dikir, pêş dixist û kûr dikir. Tu carî lawazî nîşan neda û bi paş de gav neavêt. Berovajî wê têkoşînê çi hewce dikir ew bi awayekî bêyî dudilî bi cih dianî. Di fermandariya HPG’ê de, di akademiyan de û di Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de demên dirêj xebat bi rê ve birin. Hem fermandarî kir hem jî perwerdekerî. Hêz da bi sedan perwerdeya gerîlayên jin û mêr. Li hemberî êrîşên dijmin ên li ser bingeha 'Plana çalakiyê ya têkbirinê', ji bo şikandina êrîşan û pêkanîna azadiya Rêber Apo di pêngavên şoreşgerî de bi rola pêşengiyê rabû. Li hemû qadên têkoşîna me ya azadiyê û şerê gerîlayan erk û berpirsiyarî girtin ser milên xwe, cihê xwe girt, xebat bi rê ve birin û têkariyên girîng kirin.

LI QADÊN HERÎ DIJWAR JÎ KENÊ XWE JI DEST NEDA

Hevrêya Emîne, bi rastî jî kesayeteke wisa ye ku divê rast were fêmkirin. Nêzîkatiyeke teng û serveyî şaş e. Tu caran li hemberî zehmetiyên bêhêvî û bêbawerî çavtirsiyayî nebû.  Li qadên herî dijwar jî dev ji kenê xwe berneda. Hemû caran bi awayekî afirîner fikirî. Li hemberî dogmatîzmê, qalibparêzî û paşverûtiyê derket. Tim û tim sekneke li hemberî lîberalîzebûnê, lawazbûna pîvanên îdeolojîk û têkoşînê nîşan da.

Ji bo ku hewcehiyên îdeolojîk, rêxistinî û çalakî yên xeta Apoyî û pêşengtiya azadiya jinan bi cih bîne, bû xwediyê seknekê. Li ser şopa Bêrîtanan, Zîlanan û Egîdan a berxwedaniya li zîndana meşiya. Karî bibe milîtaneke ku bêyî kêmasî nûnertiya vê xetê bike û di pratîkê de nîşan bide. Nûbûn, kûrbûn û pêşxistina gerîlayan ya di warên îdeolojîk, civakî û çandî de hewl da, gerîlatî ji feraseta şer û pevûneke leşkerî ya teng derxist û fersaeteke têkoşîna topyekûn, îdeolojîk, rêxistînî û çalakî pêş xist. Bi vî awayî ji bo ku gerîla jiyana azad bi awayê herî dewlemend bijîn hem têkoşiya hem jî bi rastî jî pêşengtiya vê yekê kir. Bû milîtaneke mînak û sembol. Bû yek ji wan kesên hêja ku ev yek pêk anîne. Hemû kesên ku ew nas kirine û li gel wê jiyane vê yekê îfade dikin.

HÊZA JIYANA JINA AZAD DI KESAYETA HEVRÊ EMÎNE DE GELEKÎ ZELAL BÛ

Me jî demeke dirêj hevrêya Emîne nas kir. Li hemberî Komploya Navneteweyî di hemû serdemên têkoşînê de; di nava gerîlayan de, di xebatên îdeolojîk de, di qadên huner û edebiyatê de, di şerê li Zagrosan de û di peywirên li biryargeha sereke de em bi hev re man.

Me ev yek dît; hêza jiyana jina azad, hêza afirînerî û çareseriyê di kesayeta hevrê Emîne de û di têkoşîna wê de gelekî zelal bûn. Me li qadên herî dijwar û di rewşên herî zehmet de jî dît ku çawa rêya çareseriyê peyda dike. Ji ber vê yekê divê kesayeta wê, pêşengtiya wê ya şoreşgerî û gerîlatiya wê ya pêşeng baş were naskirin û fêmkirin.

Bi awayekî giştî em dikarin bibêjin; Hevrê Emîne xeta azadiya jinan fêm kir, bi bawerî ew jiya û ew veguherand têkoşînê. Bû yek ji mînaka hêja ya pêşengtiya YJA Starê ku hêza girîng a tevgera azadiya jinan û hêza pêşeng a îdeolîjîk e û milîtaniya PAJK’ê. Jineolojiya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin bi kûrahî fêm kir û lê xwedî  derket. Asta wê ya fêmkirinê gelekî bilind bû. Hîs û hestên wê gelekî kûr bûn. Hêza wê ya nirxandina berfireh a hêman û bûyeran hebû. Diyalektîka hevrêya Emîne gelekî bi hêz bû. Di warên weke bi hev ve girêdana bûyeran, avakirina yekîtiya xweza û civakê û watedarkirina jiyanê de xwedî asteke hizirînê ya bihêz, terzê îfadekirinê û tabetmendiyên jiyanê bû. Ev yek li her deverê û di hemû derfetan de nîşan didan û li gel vê yekê di warên hest, fikir, zanebûn û çalakiyê de têkariyeke mezin li têkoşîna azadiya jinan kir.

Karî bibe yek ji temaşevanên herî hêja ên kesayeta milîtaniya jina pêşeng a Bêrîtan, Zîlan, Sara û Delalan.

Hevrê Emîne, li gel têkoşîna azadiya gelê Kurd karî yekbûna bi ruhî ya bi jiyanê re ava bike. Li gel erdnigariya Kurdistanê, çiyayên wê, jinên wê, civaka wê û gelê wê hestên herî germ pêş bixe. Karî jiyana xwe li gel wan bike yek. Girêdayî vê yekê karî bibe yek ji milîtanên hêja, pêşeng, afirîner ên têkoşîna azadiya Kurdistanê. Karî bibe yek ji milîtanên pêşeng ên ku xeta azadiyê ya Apoyî rast fêm kiriye û disepîne. Ev yek li gel jiyana xwe pêk anî.

JI BO AZADIYA GELÊN TIRKIYEYÊ JÎ TÊKOŞIYA

Hevrêya Emîne, li ser xeta Hakî Karer û Kemal Pîr jî bi awayekî zanedar û xwedan bawerî meşiya. Wê baş û rast be ku em ji vî aliyê ve bigirin dest û binirxînin.  Bû milîtaneke pêşeng a ku prensîba hevrêyên Hakî û Kemal ya ‘’Azadiya gelên Tirkiyeyê girêdayî azadiya gelê Kurd e’’ ji kûrahî fêm kiriye, tevlîbûye û girêdayî vê yekê  ji bo ku vê yekê pêk bîne li ser xeta serkeftinê hemû tiştên hewce kirine.

Bi vî awayî bi qasî ku ji bo azadiya jinan û azadiya gelê Kurd têkoşiyaye, ji bo azadî û demokrasiya gelên Tirkiyeyê jî têkoşiyaye. Karî ji bo xwişk-biratiya azadî û demokrasiya gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd bibe pirek. Di navbera gelan de pira xwişk-biratiya xurt ava kir.  Karî di navbera jinên ji neteweyên cuda û gelên cuda de pira azadî û hezkirinê ava bike. Bi vî awayî bi qasî azadiya gelê Kurd û azadiya jinan ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî têkoşiya. Ji ber vê taybetmendiya xwe ji aliyê roja me ya îroyîn ve fêmkirina wê gelekî girîng e.

Pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ya ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin jî weke xeta ku hevrê Emîne bi rê ve biriye. Tê wateya pêkanîn û xwegihandina wê.

Tevlîbûna ji rastiya rêbertiyê ya piştî ku Rêber Apo nas dike, meşa wê ya li ser xeta Apoyî xwe dispêre yekbûn û yekîtiyeke bi vî rengî. Ev tê wateya zanedarbûn, bawerî û bandorbûna wê. Hevrê Emîne têkoşîneke bi vî rengî da meşandin.

Hevrêyên li cem wê mane, tim jê bawer kirin. Têkoşîneke têr û tije dan meşandin. Tu caran li rastî diltengî û reşbîniyê nehatin. Çimkî bi rastî jî hêza çareseriyê û ronîkirinê bû. Hêza derbaskirina zor û zehmetiyan bû. Girêdayî vê yekê bi qasî fêmkirina xeta azadiya Apoyî, bi qasî fêmkirina piralî ya kûrahî û yekîtiya wê karî bi terzeke afirîner, uslûb û tempoyeke bilind jî wan pêk bîne.

Rêber Apo, têkoşîna me ya ji bo azadiyê tim weke pêşbirkeke bezê îfade kir. Hevrêya Emîne karî bibe yek ji milîtanên pêşeng ên vê pêşbirkê yên herî zana, xwedan bawerî, bi coş, bi kelecan û xwedan xwestek.  Hem jî neku van di demeke kurt de jî, bi deh salan pêk anî, bi qasî ku 24 salan van yekan pêk bîne ew domandin. Girêdayî vê yekê bi qasî ku karî bibe pêşenga mezin û sembola azadiya ciwanên Kurd û gelê Kurd, karî bibe pêşeng û sembola azadiya gelên Tirkiyeyê jî.

Girêdayî vê yekê ez dubare hevrêya Emîne û hevrêyên Ekîn û Zîn ên li gel wê şehîd bûne, bi rêhevaltî, hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Diyar dikim ku ev hevrê wê di têkoşîna gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û azadiya jinan de tim û tim cihê xwe bigirin û heya dawiyê bijîn."