Du rojên li bajarê rojê Şengalê

Şengal a ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi êrîşa DAIŞ'ê re hat dagirkirin, roja 12'ê Mijdarê ji aliyê hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan ve hat azadkirin. Li dû azadkirinê, Şengal li benda ji nû ve avakirinê ye.

Di ser azadkirina Şengalê re 5 roj derbas bûn. Em ji roja ji çavkaniya jiyanê nû şiyar dibe re dibêjin merheba. Û bi coşa çûyînê li bendê dimînin. Ewr heye, baran hindikî dibare. Lê belê coşa me ya dîtina Şengalê beriya her tiştî tê. Li pêşiya hemû kelecanan, xwegihandin bajarê qedîm ê wê xaka pîroz, heye.

Ew dengê ez li bendê bûm hat û em ketin ser rê. Dûre bi wesayîtekê me xwe berdan nava Şengalê. Piştî rêwîtiya 20 deqeyan, ew kêliya ez li bendê bûm hatibû. Bi vê coş û kelecanê min dixwest yekser xwe berdim nava van kolanên berxwedêr û dîrokî.

Rêwîtiya me ya ber bi dîrok û berxwedanê ve destpê dike. Di nava alên li kêleka rê hatine çikandin de, dîmenê bajêr bi hemû rastiya xwe derdikeve pêşiya me. Mîna dîmenê duyemîn şerê cîhanê ye.

Gav bi gav em didin nava bajêr û rastî bêhtir xwe nîşan dide. Rastiya ku jê ditirsiyam mîna ba li rûyê min diket. Belê, li hemberî vê rewşa şer, şervanên azadiyê bi stranên xwe yên azadiyê re xaka vî bajarê li ber mirinê ji kûrahî ve hişyar kiribûn. Yanî coşa ji nû ve afirandina jiyanê, bi stranên azadiyê hatibû vî bajarî. Dema me xwe gihandin qada Saylon ku nîqaşa alê lê dihat meşandin, gerîlayên HPG'ê û hêzên pêşmerge yên li ber derî bala min kişandin. Her çend siyasî nîqaşê li ser 'kê Şengal rizgar kiriye' dimeşînin jî, gerîla û pêşmerge li Şengalê di çeperan de nobedê digirin, bajêr diparêzin. Belê, rastî ev bû û li ber vê rastiyê li dora agirê azadkirina bajêr çayê vedixwarin. Li aliyê rojhilatê bajêr em diçin nuqteya asayîşê ya hêzên gerîla û YBŞ'ê lê nobedê digirin.

Gerîlayekî HPG'ê Sefkan Amed ku beriya niha min ew dîtibû, bi rûkenî me pêşwazî dike. Me dibe ber sobeyeke elektrîkê. Piştî vexwarina çayê ya li vê derê, dixwazim li nava bajêr bigerim. Û bi gerîla Sefkan Amed re em dikevin ser rê.

Rawestgeha me ya destpêkê embara genim e ku jê re Saylon tê gotin. Belê heman dîmenê li kêleka rê derket pêşiya min, li vir dibînim. Hêzên gerîla û pêşmerge li dora agirê bi hev re dadan e, nobedê digirin. Xwe nêzî wan dikim û silavê didim wan. Û sohbeta li dora agir destpê dike. Mijar ev rastiya li pêş çavên me ye. Her kes ji aliyê xwe ve li rastiya heyî temaşe dike. Û sohbet dirêj dike. Bi vê dirêjbûnê re kelecana gera li kolanên nehatine dîtin zêded ibe. Gotin gotinê vedike. Gerîlayek dibêje ku li Şengalê demeke dirêj e berxwedaneke mezin nîşan didin. Pêşmergeyê li cem wî jî, mîna ku dawî li nîqaşên di medyayê de bîne dibêje ku ji 19'ê Kanûna 2014'an û vir ve tevî hêzên gerîla li Şengalê li ber xwe didin û wan bi hev re Şengal azad kirine. Û hemû daxuyaniyên di medya PDK'ê de tên weşandin, pûç dike. Piştî vê sohbetê ji hevalê li cem xwe re dibêjim ku dixwazim ji kolana destpêkê ya li pêşiya me bikevim nava bajêr û em dikevin ser rê. Belê di nava kûrahiya bajêr de rastiya şer hîn bêhtir derdikeve pêşiya me. Malên hatine hilweşandin, dîwarên hatine xerakirin, kolanên hatine talankirin û dikanên hatin tinekirin..Xemla bajêr xera kirine.

'LI CIHÊ JIYANÊ LÊ DESTPÊ KIRIYE, JIYANEKE HEVPAR DIHAT PARVEKIRIN'

Di meşa ber bi bajêr re hevrêyê min Amed, der barê hebûna mayînan de min hişyar dike. Dibêje ku wan hînê gelek mayînên çeteyan li bajêr hiştine ranekirine. Dûre ala YBŞ'ê ya li ser qereqola berê ya polîsan bala min dikişîne. Wêneyê vê kêliyê dikişînim û em berê xwe didin dibistana jê re 'Dibistana Sor' tê gotin, diçin. Li wê derê jî komek ji gerîlayan me pêşwazî dike. Derdikevim ser qatê sisiyan ê vê dibistanê û wêneyê derdorê dikişînim. Belê bajar ji ser dibistanê xweş xuya dike. Dema ji vê derê mirov li bajêr temaşe dikin, Dêr, Mizgeft, Îbadetxaneyên Şîa û Îbadetxaneyên Êzidiyan tên dîtin. Û bi awayekî matmayî ji hevalê bi xwe re dipirsim; 'li vê derê bi tenê Êzidî nedijiyan?' Ew jî dibêje, li cem Êzidiyan, Kurdên Misilman, Kurdên Şîa û gelên din jî dijiyan. Û destnîşan dike ku gelên li vê derê dijiyan, di nava biratiyê de bûn. Her wiha diyar dike ku mirovahî ji vê xaka qedîm derket holê, jiyan li vir parve kiriye. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê ev jiyan xera kirine û xwestine tine bikin. Gerîla Sefkan Amed dixwaz min bibe taxa 'Sûka Jor' a ku berxwedana Şengalê jê destpê kir. Em dikevin ser rê. Û hevrêyê min dibêje ku bi lezgînî pêwîstî bi ji nû ve avakirina Şengalê heye, lewma divê raya giştî û saziyên navneteweyî destekê bidin û Kurdên Êzidî yên koç kirine, vegerin. Rê dirêj e, sohbet kûr e û dîmenên li derdorê bandorê li me dike.

Ji taxa Hay Nasir a ku berxwedana salekê lê meşiya, em derbasî taxa Sûka Jor dibin. Ji çeperan û tunelên malan bi hev ve girê didin, em xwe digihînin cihê yek ji Fermandarên HPG'ê yê Şengalê Çeko Çatak. Li nava malê hemû gerîla me li ser piyan pêşwazî dikin. Û em xwarinê dixwin, piştre jî çayê li se vedixwin. Bi vexwarina çayê re sohbet destpê dike. Fermandar Çeko Çatak destnîşan dike ku li Sûka Jor gerîla zêdeyî saleke li ber xwe didin. Û bi dengekî tolhildêr dibêje 'piraniya van şervanên azadiyê şehîd ketine'. Û dibêje ku wê danê sibehê min li yek ji van çeperan bigerîne.

Êdî bi awayekî bê sebir li benda sibehê dibînim. Şev gelekî dirêj dewam dike ji bo min. Û piştre derdikevim ser banê xaniyê em lê dimînim û dîmenê hilatina rojê ya li Şengalê dikişînim. 

'ÇETE BI SER NEKETIN'

Piştî xwarina taştê bi Fermandar Çeko Çatak re em li çeperên berxwedanê digerin. Em ber bi bankayeke 200 metre li aliyê jêrê ve meşiyan ku di bin kontrola gerîla de ye. Piştî silavdayîna gerîlayeke jin, me beşa xwe ya ber bi bajêr ve dewam kir. Di meşa xwe ya li rêya du alî de, em ji nava bendên ji beton ên çeteyan ji bo parastinê danîn ser rê, me xwe gihand xaçerêya ku berê navendeke çandê lê bû. Fermandarê gerîla di vê meşê de ji min re qala van betonan dike û dibêje ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo xwe ji sûîqestên gerîla biparêzin, dîwarên ji beton lêkirine.Vê carê gerîlayekî bi navê Demhat Çiya dide pêşiya me û me digerîne. Ji nava kolanên navberê em dikevin nava malekê. Li hundirê malê tunelek çeteyên DAIŞ'ê derdikeve pêşiya me. Ji nava tunelê em derbas dibin û xwe digihînin maleke ku berê çeteyên DAIŞ'ê lê birîndarên xwe tedawî dikirin. Piştî gera li vê derê em vedigerin mala em bi şev lê bûn. Û bi van dîmen û rewşa Şengalê ya du rojan derket pêşiya me û li hişê me neqişîn, em vedigerin cihê jê hatine.