Dr. Zengena yê YNK'yî: Ji bo Şengalê malavayiya PKK'ê bê kirin

Dr. Zengena yê YNK'yî: Tevî ku di eniya şer de têkoşîneke hevbeş tê meşandin jî çapemeniya PDK'ê mîna ku ji bilî pêşmergeyên wan ti hêzeke din nîne, nîşan dide. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne.

Dr. Zengena yê YNK'yî: Tevî ku di eniya şer de têkoşîneke hevbeş tê meşandin jî çapemeniya PDK'ê mîna ku ji bilî pêşmergeyên wan ti hêzeke din nîne, nîşan dide. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne.

Endamê Parlamentera Iraqê Dr. Bestûn Adil Zengena yê YNK'yî diyar kir ku Şengal bi operasyona hevbeş a Pêşmerge, gerîlayên PKK'ê, hêzên YBŞ, YPJ-Şengal û HPC'ê hat azadkirin û got, "Divê ti berdêl û têkoşîna hêzekê neyê înkarkirin."

'SERKETINA HEVPAR A PÊŞMERGE, GERÎLA, YBŞ, YPJ ŞENGAL Û HPC'Ê YE'

Dr. Bestûn Adil Zengena diyar kir ku azadkirina Şengalê ji bo gelê Kurd xwedî gelek wateyan e û ev nirxandin kir: "Azadkirina Şengalê ji bo gelê me destketiyeke gelekî mezin e. Bi taybetî gelekî girîng e ku ev serketin bi tevlîbûna hemû hêzên Kurd ên li herêmê bi dest ketiye. Operasyona hevbeş a Pêşmerge, Gerîla û hêzên YBŞ û YPJ Şengalê ji bo gelê me serketineke gelekî cuda ye. Divê têkoşîna hêzên Kurd ên li wê derê têkoşiyan e, ji nedîtî ve neyê. Divê nêzîkatiyeke ku serketinê bi tenê malî xwe dike, neyê nîşandan. Eger têkoşînek bi hev re tê meşandin, pêwîst e mafê her kesî bê dayîn. Divê em hemû bi hev re Şengalê ji nû ve ava bikin."

PKK'Ê LI ŞENGALÊ GELEK BERDÊL DA

Dr. Bestûn Zengena bi vî rengî bersiv da weşanên neyînî yên medya PDK'ê li hemberî hêzên PKK'ê: "Mixabin çapemeniya PDK'ê dibêjin ku bi tenê ew li Şengalê ne. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. Weke ku tê zanîn, ji roja Şengal ket destê DAIŞ'ê û vir ve şervanên PKK'ê li wir têdikoş in û gelek berdêl dan. PKK'ê nehişt çeteyên DAIŞ'ê xwe bigihîne çiyayê Şengalê û gelê me li wir qetil bike. Girîng e ev neyên ji bîr kirin. Divê malavayî bê kirin. Di heman demê de pêşmerge jî li wir e. Ev hemû hêz li Şengalê bi hevparî tevdigerin. Divê li ser çapemeniyê bi tenê hebûna hêzekê neyê nîşandan."