'Doza Atîna doza azadiya gelê Kurd e'

Li Wanê bi armanca piştgiriya doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Yewnanîstanê Atîna didome û şermezarkirina komployê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Li Wanê bi armanca piştgiriya doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li paytexta Yewnanîstanê Atîna didome û şermezarkirina komployê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Di pêşengiya DBP, HDP, TUYAD-DER û KJA’yê de girseya li Terqêra ya Îkî Nîsanê kom bû pankarta, “Ji bo demokrasiya Atîna ezmûna dîrokî, divê komplo were aşkerakirin” vekir. Di çalakiyê de dirûşma, “Bijî Serok Apo” hat gotin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras, parlamenterên HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Tûba Hezer, Bedîa Ozgokçe, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, hevşaredarên navçeyan, nûnerên saziyên civaka sivîl, rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP-DBP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

'BIRÊZ OCALAN MÎMARÊ AŞTIYÊ, ERDOGAN MÎMARÊ ŞER E'

Ji ber polîsan destûr nedan meşê girseyê rê li çûnûhatinê birî. Li ser navê girseyê Rêveberê TUYAD-DER a Wanê Emîn Şeker daxuyanî da. Şeker diyar kir ku Serokkomar Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ji atmosfera tirs û kaosê ya çêkirin feyde dîtin, tevî ku di 1’ê Mijdarê de bi tena xwe bû desthilatdar jî polîtîkaya xwe ya şerê qirêj dewam kir û gel anîne ber qeraxa kerasetê. Şeker wiha dewam kir: “Vê tabloyê aşkera ev nîşan daye; Birêz Ocalan mîmarê aştiyê, Serokkomar Erdogan mîmarê şer e.”

'RÊBAZÊN ŞERÊ PSÎKOLOJÎK'

Şeker bal kişand ser tecrîda li hember Ocalan ku ev 16 sal in li hucreyek yek kesî têkoşîna aştiyê bi fedakariyek mezin dimeşîne û wiha got:

“Pisporên şerê psîkolojîk ên dewleta Tirk her tim hin axaftinan diavêjin holê û îdîa dikin ku ev ên Ocalan in. Hewl didin mejiyan tevlihev bikin û bi vê jî hesabên xwe yên qirêj bixin meriyetê. Lê gelê me heta niha baweriya xwe bi rêbazên wiha qirêj û spekulatîf neaniye û heta dawiyê jî wê pê bawer neke. Hikûmeta AKP’ê her tim li ser Birêz Ocalan di çarçoveya rastiyê xwe de dixwaze nêrînekê peyda bike. Tevahî raya giştî bi meraq e ku bê ka wê Birêz Ocalan çi bibêje. AKP’e vê dizane, vê valatiya di raya giştî de hatiye avakirin dixwaze di çarçoveya rastiyên xwe û polîtîkayên xwe dagire. Tiştê rast ew e ku tecrîd didome. Di encama şerê psîkolojîk de bi zanebûn nahêlin Birêz Ocalan nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike.”

'EM LI DERDORA OCALAN BIBIN YEK'

Şeker bal kişand ku doza îro li Atîna ya Ocalan ji bo gelên welat û Rojhilata Navîn xwedî wateyek mezin e û wiha berdewam kir:

“Ji bo Komploya Navneteweyî ya sala 1998’an destpê kir bi tevahî milên xwe bi ronîkirin, ev doz xwedî girîngiyek mezin e. Bêguman, doza Atîna di şexsê Birêz Ocalan de şênber bûye, doza azadiya gelekî ye. Doza Atîna, doza me hemûyan e. Birêz Ocalan ev 17 sal in di hucreyekê de tê girtin. Me ev ti carî qebûl nekir û em qebûl nakin jî. Wek gelê Kurd em giliyê tevahî welatên tiliya wan di komploya ser Birêz Ocalan heye dikin.

Bendewariya me ji rûniştina îro ya Atînayê ev e ku tevahî milên komployê bê ronîkirin û her kesê ku di komployê de destê wan heyî ji Birêz Ocalan û gelê Kurd lêborîna xwe bixwazin. Bi vê boneyê em vê komploya nemerdî ya navneteweyî careke din lanet dikin. Bila tevahî cîhan vê zanibe ku; heta îro çawa em li gel Birêz Ocalan bûn, ji niha û şûn ve jî em ê li gel bin. Ocalan bi fikrên xwe ji tevahî gelên hatin pelçiqandin re bûye hêvî. Êdî dema azadiya vî Rêberî hatiye. Wê azadiya Birêz Ocalan bibe azadiya tevahî gelên cîhanê. Em bang li tevahî mirovên daxwaza aştî û azadiyê dikin ku li derdora Birêz Ocalan bibin yek.”

...