'Doçka mîna rîtmek muzîkê dixebitand'
Gerîla Zindan ku li hemberî balafirên şer û helîkopterên artêşa faşîst a Tirk doçka mîna rîtmeke muzîkê bi aheng dixebitand, bibû tirs û xof ji dijmin re.
Gerîla Zindan ku li hemberî balafirên şer û helîkopterên artêşa faşîst a Tirk doçka mîna rîtmeke muzîkê bi aheng dixebitand, bibû tirs û xof ji dijmin re.
Gerîlayê PKK’ê Zindan li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makû çavên xwe li cîhanê vedike.
Sala 1999’an dema li hemberî Rêber Apo Komploya Navneteweyî tê kirinn, Secat ê wê demê pir biçûk e gelekî bandor dibe.
Sala 2005’an ku pêlên serhildana Apoyî bandoreke mezin li bajarê Secat dike, êdî bi nasnavê Zindan li çiyayan e.
Ji bo azadiya gel û axa xwe bi fedakarî û sekneke bêrawestan di nav refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digire.
Gerîla Zindan ku li hemberî balafirên şer û helîkopterên artêşa faşîst a Tirk doçka mîna rîtmeke muzîkê bi aheng dixebitand, bibû tirs û xof ji dijmin re.
Şervanê azadî û berxwedanê Zindan jî di berxwedana Zapê de cih girt û tevlî karwanê şehîdan bû.
“Bila neyê jibîrkirin!
Li reştariyê hatibû zincîrkirin
Welatê min
Bila neyê jibîrkirin!
Tarî kirin Tava vî welatî
Ji bîr nekin!
Niha sê rengê evîna me hil tê
Di çavên gelê min de…”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha behsa cangoriyên Kurdistanê dike: “PKK bi bingeha xwe ya gel ve, bi êşên xwe ve, bi êşkenceyên xwe yên kişandiye ve, bi şehîdên xwe ve, bi milîtanên xwe yên sax ve, bi xet, danehev û tecrûbeya xwe ve diyardeyeke mezin e. Ji ber vê yekê divê em vê baş fêm bikin û xwe pêre bikin yek. Eger ev rastî baş were fêmkirin û bêguman kesên ev bi ser xistine dibin kesên mezin. Lê eger kî kesayetiya xwe ya nebes û ne bikêrhatî li ser vê rastiya mezin ferz bike û bêje, ‘Vaye min wisa kir, min wiha kir’ ne tenê piştrast dike ku zimandirêjeke û zimandirêjekî li wê erdê ye; îspat dike ku yek ji wan kesên herî zêde zerarê dide PKK ye jî. Di nava PKK’ê de kesên wer nayên qebûlkirin û tunene. Di PKK’ê de tenê xwe fedayî rastiya wê kirin, bi qasî qeweta xwe karkirin heye.”
Hevalekî têkoşînê yê gerîlayê PKK’ê Zindan wer behsa wî dike:
“Hevrê Zindan, li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinyayê. Makuya li ser sînor cihekî ku pir zû nakokiyan di hişê mirovan de bi cih dike. Dibe ku hemû sînor wer bin. Jê wêdetir nîşaneyeke pirsê ye; lê belê di Kurdan de hê kûrtir e. Ji bo pelçiqandina
serhildana Agirî di nexşeya Kurdistanê de guhertineke biçûk hatiye çêkirin. Mirov kirine du parçe. Axa hinekan li vî alî ya hinekan li wî alî maye. Hevrê Zindan jî ji rastiya malbat û dîrokeke wer hatiye. Her ku mezin dibû, nakokiyên diketin serê wî diyar dibûn, fêm dike bê çi çawa ye. Welatê wî hatibû parçekirin. Mirovên din ên li aliyê din ê sînor jî xwedî heman dîrokê bûn. Li her çar parçeyan jî hêzên dagirker hebûn. Hêzên mêtinkar ên xwedî heman dijmintî û armancan di mijara Kurdan de hemfikir û yek bûn.
Li welatê hevrê Zindan, dîrokeke bi îsyan û qirkirinan tijî dîrokek hebû. Mirov di qirkirinê re hatibûn derbaskirin, ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin. Li çiyayê Agirî yê hema li pêşberî wan li gor dihat vegotin, nivîseke ‘Kurdistana Xeyalî li vir veşartiye’ hatiye nivîsandin. Hevrê Zindan her çi qasî ev rastî baş fêm nedikir jî heman tişt li cihê lê diman bi xwe didît û dijiya. Rastiyeke jiyanê ya her tişta dihat kirin, ji aşê dijmin re kişandina avê bû. Çêrandina pezekî, karek, xwendina dibistanê tiştên ku ji bo dijmin dihatin kirin. Hevrê Zindan di nav van nakokiyan de gerîla nas dike.
Êdî di nav gerîla de dibistanê dixwîne, dikeve nav jiyaneke ku her tiştî ji wan fêr dibe. Gerîlayên ji hemû nakokiyên wî re dibin bersiv, jêre pir balkêş tên. Tişta ku diyar kir dema mezin bibe, bibe gerîlayek dibe ku dîtina gerîla bû. Di vê pêvajoyê de esareta Rêbertî ya di encama Komploya Navneteweyî de hevrê Zindan ji kûr ve tesîr dike. Li her cihê Rojhilatê Kurdistanê di asta îsyanan de serhildan çêdibin. Hevrê Zindan ji bo tevlî gerîla bibe hê pir biçûk e. Ya rastî ew ji zû ve tevlî bûye.
Hevrê Zindan bi gerîla re têkiliyên xwe qut nake. Bi dilsoziya bîranîna mirovên me yên li Maku gihiştine şehadetê, tevlî nav refên gerîla dibe. Ji bo li dijminê ku jiyan li Kurdan kiriye zindan, bike zindan navê xwe dike ‘Zindan’.
Sal 2005 e. Hevrê Zindan piştî perwerdeya bingehîn destpêkê derbasî Xakurkê paşê jî Zapê dibe. Di pêvajoya derbasî Zapê bû, tevlî amadekariyên biryara şerê asta wê navîn a di 4. Konferansa HPG’ê de hatibû girtin bû. Di amadekariyên pir zêde dewam dikirin de bi awayekî aktîf rol girt. Bêyî zanibe westandin çi ye, bi moral û coş tevlî amadekariyên şer dibe.
Hevrê Zindan bi giştî pratîkvan bû. Beriya operasyonê dema bi voleybolê dilîst digot: ‘Ez ê rojekê doçkaya li gir mîna bi voleybolê dilîzim bixebitînim.’ Û bi rastî jî bi ya xwe dike. Çeka doçka ya li gir ku dişiband rîtma muzîkekê dixebitand. Bikaranîna wî ya doçkayê ji bo hemû hevalan dibe çavkaniya moral. Ne bikaranîneke ji rêzê bû. Bikaranîneke li gor hevrê Zindan bû. Vê di bin jet û kobrayên ji Amedê radibin dike. Ev dengê ku geliyê Çelê û Zapê dadigire, ji girê Cehennem Şikefta Birîndaran û Kuro Jahro silav dike. Tabûra Şehîd Resûl a di bin bikaranîna doçkaya wî de bi rehetî şer dikin, bi derbên xwe dijmin felc dikin. Ew qasî dikeve rojeva dijmin ku jetên ji Amedê radibin, girê lê ye dikin armanc. Girê hevrê Zindan ê di biryargehên dijmin de tê nîqaşkirin dibe ya esasî û lûtke. Ber bi dawiya operasyonan dijminê ku amadekariyên vekişîne dike, bi awayekî zêde bombardûman dike. Kes naxwaze yeqîn bike. Doçkaya heta dawiyê dixebitî roja dawî bêdeng dibe. Bi hevrê Zindan re 4 heval tevlî karwanê şehîdan dibin, tevlî xeleka qehremantiyê ya PKK’ê dibin. Hevrê Zindan di hişê me de ev berxwedana dîrokî hiştiye û ji nav me veqetiya.
Hevrê Zindan li kolanên Gever, Amed û Colemêrgê di dilê zarokan de bi cih girt, bû kevir, êgir, dirûşm, hêrs û tilîlî. Li çiyayên azadiyê jî di pênûs û lûleyên kleşên hevrêyên xwe de bû helbest û gule.”
Nasnav: Zindan
Nav û Paşnav: Secat Mîroyîmîlan
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1985 /Maku
Navê Dayikê: Pervane
Navê Bav: Elî
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: Tebaxa 2005/Xakurkê
Herêmên lê maye: Xakurkê, Zap
Dîrok û Cihê Şehadetê: 28’ê Sibata 2008/Zap