'Divê Ocalan azad be, mutabaqat esas bê girtin'

Hevseroka KCD'ê Irmak di civîna awarte ya Civata Giştî ya KCD'ê de destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert e. Hevserokê KCD'ê Dîcle jî xwest Mutabaqata Dolmabahçeyê esas bê girtin.

Hevseroka KCD'ê Irmak di civîna awarte ya Civata Giştî ya KCD'ê de destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert e. Hevserokê KCD'ê Dîcle jî xwest Mutabaqata Dolmabahçeyê esas bê girtin.

Civîna Civata Giştî ya KCD'ê ji ber konsepta şer a hikûmeta AKP'ê biryara civîna awerte girt û li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê civiya. Di civînê de li dijî sorkirina şer a hikûmeta AKP'ê rê û rêbazên bê şopandin tê nîqaşkirin û ji bilî delegeyan, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ayhan Bîlgen beşdar bûn. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku 7'ê hezîranê de bi hêviya aştiyê HDP'ê 6 mîlyon deng ji gel girt lê hikûmeta AKP'ê ev encam qebûl nekir. 

'RÊYA DIYALOGÊ NE ŞAŞ E'

Irmak diyar kir ku ku AKP a ku encamên hilbijartinê hezm nekiriye piştî ku şerê topyekûn daye destpêkirin bi dehan welatî hatin qetilkirin. Irmak wiha axivî: "Ev 36 sal in herdu aliyan êşên giran hatin kişandin. Lê bi banga Ocalan ev pêvajoya şer şûna xwe ji bo hêviyên aştiyê re hişt. Pêvajoya muzakerayê bi dawî nebûye. Rêya diyalogê, rêya fikr û raman, siyaset derxistina pêş ne şaş bû û ji aliyê gelan ve ew hate erêkirin. Rêya ku em jî xwedîlêderdikevin jî ev e."

Irmak da zanîn ku kurdên ku di dîrokê de her tim tine hatine hesibandin niha li Rojhilata Navîn mirovahiyê diparêzin û wiha axivî: "Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûna mîmarê ji nû ve avakirinê. Gelê Kurd ê ku li ser esasê felsefeya Ocalan dimeşe ji bo ku nêzîkatiyên desthilatdarî ji ser vê xakê biavêje têdikoşin. Rizgariya Rojhilata Navîn jî di vir de derbas dibe."

Irmak bal kişand ser êşên giran ên heta niha rû dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza gelan a jiyana azad û jiyana komunal derbasî pêşiya êşan dibe. Kurd bi têlan ve kirin çar parçe. Êdî em dinêrin sînor wateya xwe winda kirine. Piştî ku sînoran wateya xwe winda kirin gelên 4 parçeyan dijîn jî nêzî hev bûn. Lê hin derûdor ji bo berjewendiyên xwe yên rojane li ser yekîtiya kurdan lîstikan dikin. Divê em vê yekê baş bizanibin ku tekane çareya me, dermanê me yekîtiya neteweyî ye, bira dikarin hevdu rexne bikin lê divê êrîş nekin."

'AKP ÊRÎŞÎ 4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIKE'

Irmak diyar kir ku konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan xistin dewreyê ne tenê li hemberî bakurê Kurdistanê ye û wiha got: "Ev şer li dijî destketiyên kurdan ên ku li 4 parçeyên Kurdistanê bi dest xistine pêk tê. Piştî Girê Spî, eger Cerablus jî biketa wê kantonên Rojava bigîjişta hev. Pirsgirêk Sûriyeyê de bi dawî biba. Sînorê Tirkiyeyê yê başûr wê bi ewle ba. Lê Tirkiyeyê êrîşî vê kir. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dijî Rojava dest bi êrîşan kir. Eger hûn dixwazin li dijî DAIŞ'ê têbikoşin navnîşana DAIŞ'ê diyar e. Lê êrîşê nuqteyên kurdan dikin. Divê kurd li dijî lîstikên ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe pêk tînin hişyar bin."

'JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK DIVÊ TÊKOŞÎN BIDOME'

Irmak diyar kir ku azadî bêyî berdêlan nayê bidestxistin û got: "Ji duh heya îro me gelek berdêl dan. Em ji berdêl dayînê natirsin. Ji bo azadiyê divê em rêxistinî bin. Em ê rêya muzakereyê bişopînin. Bi vê yekê re em ê rêxistinbûna xwe zêde bikin. Divê ji bo xweseriya demokratîk em têkoşîna xwe bidomînin."

'EM Ê ŞOPTDARÊN DEKLARASYONA OCALAN BIN'

Irmak anî ziman ku ji bo aştiyeke mayînde şertê yekemîn azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Mînaka Mandela li holê ye. Heya Mandela neket nava gelê xwe aştî pêk nehat." Irmak destnîşan kir ku ew peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an weke deklarasyonê dibînin û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan di paradîgmayê de got bi çekan na bi rêyên siyasî wê pirsgirêkê çareser bike. Em ê şopdarên vê rêyê bin." Irmak da xuyakirin ku eger hikûmeta aştiyekî mayînde bixwaze divê deklarasyona sala 2013'an û mutabakata Dolmabahçe esas bigire.

DÎCLE: OCALAN LI ŞÛNA ŞER PARADÎGMAYA AŞTIYÊ DA MEŞANDIN

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî axaftina xwe bi bîranîna şehîdan destpê kir û wiha got: "Ji salên 1990'an heya niha erdnîgariya Rojhilata Navîn di nava xwînê de ye. Li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê pêk tê. Piştî salên 90'î kapîtalîzma kurevî û emperyalîzmê xwest Rojhilata Navîn ji nû ve dizayan bikin. 25 salin li Rojhilata Navîn şerekî gelek dijwar pêk tê."

Dîcle diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 93'an de ev pêvajo dît û li şûna desthilatdariyê û şer paradîgmaya aştiyê da meşandin û wiha axivî: "Ocalan ji bo ev pêvajo pêk neyê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir. Mixabin muxatabên em ev yek fêm nekirin û her tim êrîş pêk anîn." Dîcle da zanîn ku Ocalan ji 1999'an heya niha ev pêvajo weke pêvajo pevçû lihevhatinê nirxand û wiha pê de çû: "Salên 2011-12'an em di nêz de dît. Birêz Ocalan 2-3 salin ji bo berjevendiyên gelek rewşek amade kir. Yên ev yek hezm nekirin û bi heskirina dîktatoriyê polîtîkayên şer ên topyekûn dan destpêkirin. Rêbertiyê ji bo pêvajo neyê vê astê têkoşînekî gelek mezin dan. Dibe ku hevdîtinên Îmraliyê di çapemeniyê de neyên dîtin lê em bi xwe bûn şahid."

'GEL DESTÛRÊ NADE ŞER'

Dîcle bilêv kir ku êdî gelê kurd tenê nîn e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gelê kurd Wê bi gelên Tirkiyeyê, sosyalîst û kedkarên aştiyê re parêzvaniya aştiyê bike. Ez bawer dikim ku destûrê nadin şer. Malbatên leşkerên jiyana xwe ji dest dan nerazîbûn nîşanî rayedarên dewletê dan. Ne gelên Tirkiyeyê êdî ji vî şer re çepikan lê didin ne jî gelê Kurdistanê êdî destûrê dide vî şerî."

'DIVÊ MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ ESAS BÊ GIRTIN, MUZAKERE DESTPÊ BIKE'

Dîcle destnîşan kir ku divê pêvajoyekî agirbesta xurtkirî ji aliyê her du aliyan ve pêk bê û wiha got: "Pêvajoya 2013'an di Newrozê de bi mutabataka serokatiyê ya nivîskî bi encam bû. Dibe ku yekemîn car nûnerên kurdan û hikûmetê di dîrokê de mutabakatak îmza kirin. Serokatiyê bi israr 28'ê sibatê roja darbeyê diyar kir. Digot 'em li dijî darbeyan in' Divê mutabakata Dolmabahçe esesa bê girtin û dest bi muzakerayan bikin."

YUKSEK: EM DI ÇARENÛSA ME BÊ DIYARKIRIN DE NE

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek da zanîn ku ew di pêvajoyek ku ji bo gelên Kurdistan, Anatolya û Rojhilata Navîn çarenûs û nexşereyeyek siyasî ji nû ve bê diyarkirin de derbas dibin û wiha got: "Kûrbûna xwîn û tundiyê jî ji vê derê tê. Ji ber ku her kes dixwaze pêrojê li gorî xwe ava bike. Divê bê zanîn ku em di pêvajoyek ku çarenûsa me ji nû ve diyar bibe de derbas dibin. Me her tim anî ziman ku li Tirkiyeyê veguherînek bi demokrasî bi rêya muzakareyê pêk bê. Ev 2.5 in pêvajoyek bi vî rengî berdewam dike. Lê em hêjî di heman nokteyê de ne."

'Yuksek anî ziman ku êdî gel naxwaze tenê ji aliyê rejîmek ve bê birevebirin û vê yekê jî bi piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re diyar kirin û wiha dom kir: "Lê Çibû AKP encamên hilbijartinên 7'ê hezîranê qebûl nekir. Piştî ku nebû îktidar şer da destpêkirin. Divê li dijî şerê ku AKP dide meşandin gel helwestek hevpar nîşan bide. Em ne mecbûrin ku di min rejîma AKP'ê ya yekperest de bijîn." 

'YA DÎKTATORIYA AKP'Ê YAN JÎ AZADÎ'

Yuksek da zanîn ku ew ji bo bi hevre jiyînê ya gelan Formula xweseriya demokratîk datînin holê û wiha pêda çû: "Ev yek jî divê bi rêya muzakareyê di makeqanûnê de cihê xwe bigire. Ger li tax, kolan û bajarên me şer li ser me ferz bike, em ê jî li dijî vê yekê xweseriya demokratîk a yek alî bixin dewrê. Du hilbijêr hene; yek, ya em ê dîktatoryaya AKP'ê qebûl bikin an jî em ê daxwaziya xwe ya jiyana azad beyan bikin."

Alîkarê Alîkarê Serokê Giştî yê Hevserokatiya HDP'ê û berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen jî got ku divê Heyeta Şopandinê û Komîsyona Lêkolînkirina Rastî û Heqîqetê bên avakirin û wiha got: "Eger Heyeta Şopandinê beriya hilbijartinê bihata avakirin wê heta niha ti polemîk pêk nehatana. Kî li hemberî avakirina vê komîsyonê bû asteng ew sûcdar e."