'Divê dewleta Tirk dest ji operasyonan berde'
Artêşa Tirk, li zêdeyî 100 gundên navçeyên Amedê di bin navê "qedexeya derketina derve" de bi rojane bomberdûmanê dike. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî xwest, ev operasyon bê qedandin.
Artêşa Tirk, li zêdeyî 100 gundên navçeyên Amedê di bin navê "qedexeya derketina derve" de bi rojane bomberdûmanê dike. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî xwest, ev operasyon bê qedandin.
Ji 19-20'ê Hezîranê û vir ve li zêdeyî 100 gundên navçeyên Amed Hezro, Lice, Hênê, Farqîn, Karaz û Pasûrê, di bin navê "qedexeya derketina derve" de deşt, zozan û cihên gundiyan ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî nerazîbûn nîşanî vê bomberdûmanê da û anî ziman, hem li çiyê, hem jî li bajaran dorpêçiyeke giran heye, li bajarên hatine dorpêçkirin serê her 50 metreyî kontrol tên kirin.
Bîlîcî da zanîn, li ser rêyên Amedê wesayît bi rengekî kêfî tên sekinandin, xwediyên wesayîtan bêyî sedemek ji wan re bê ragihandin bi saetan tên sekinandin û ragihand, ev rewş di dema dawî de zêde bûye.
Bîlîcî diyar kir, ji ber ku dewlet bi kêfî li ser mirovan digere, welatî xwe ewle nabînin û got, "Operasyon li çiyê dewam dikin û pêkanînek ku dikare temamiya jiyanê tine bike heye. Bi îlankirina herêmên ewlekariyê, bi qedexekirina herêman li mirovan û bi tinekirina qadên jiyanê yên gundiyan, hemû derfetên mirovan ji dest tên girtin. Ti aliyekî vê operasyonê yê bê qebûlkirin nîne."
'GIRTINA RÊYÊN BAJARÊN KURDISTANÊ WÊ BI KÊR NEYÊ'
Bîlîcî da xuyakirin, artêşa Tirk bi îlankirina herêmên qedexekirî û bi bomberdûmana ji bejahî û hewayî ve rê li ber binpêkirinên cidî yên mafên mirovan vedike û anî ziman, ev operasyon dibe sedema komkujiyan. Bîlîcî ragihand, li qada operasyonê hemû zindî tên tinekirin û got, "Ya ku dikin, ji her alî ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) em timî hewl didin hevdîtinan bikin. Mixabin di salên 90'î de pêkanînên bi vî rengî hebûn. Encama ji salên 90'î derket, bi sedan gorên komî bû. Lewma, ya ku niha tê kirin xeteriyeke cidî ye. Ev rewş ne rewşeke bê qebûlkirin e. Avakirina qereqolan û girtina hemû rêyên bajarên Kurdistanê bi kêr nayên."
'TIRKIYE BER BI KAOSEKE PÊŞÎ LÊ NEYÊ GIRTIN VE TÊ DEHFDAN'
Racî Bîlîcî destnîşan kir, operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk wê ti carî nebe destketiyek, berevajî wê rê li ber qutbûnê veke û wiha pê de çû: "Mirov êdî xwe di nava dagirkeriyê de dibînin. Ya ku dewleta Tirk dike çareserî nîne. Pêkanînên ku çareseriyê zehmet dikin e. Û gav bi gav rê li ber xisarên mezintir vedike. Polîtîkaya şîdetê ne tenê li hemberî çekdaran tê meşandin. Li dijî hemû mûxalîfên bi rê û rêbazên demokratîk têdikoşin, tê bikaranîn. Her kesên mîna desthilatdariya AKP'ê nafikirin, dibin hedefa êrîşan. Ev pêkanîn bi kêrî tiştekî nayên. Tirkiye ber bi kaoseke pêşî lê neyê girtin ve tê dehfdan."
'DIVÊ DEWLETA TIRK DEST JI VAN OPERASYONAN BERDE'
Bîlîcî destnîşan kir, şert e diyalog û muzakere bê kirin û anî ziman, Tevgera Siyasî ya Kurd, PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî bang kirine ku divê ev şîdet bê terikandin û pêvajo bi rêbazên demokratîk were meşandin. Bîlîcî ragihand, cîhan hemû li dora maseyê çareseriyê peyda dike, lê belê Komara Tirkiyeyê ji dema avabûna xwe û vir ve bi polîtîkayên înkar û tinekirinê dimeşe. Bîlîcî diyar kir, ji ber vê yekê encamek bi dest neketiye.
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku divê operasyonên leşkerî werin sekinandin û diyar kir, bi rêya ewlekariya, ewlekariya cemaweriyê pêk nayê. Bîlîcî ragihand, ewlekarî bi demokrasî, azadî û aştiyê dibe."