Dîsa ji bo îfadeyê bide bang li Demîrtaş hate kirin

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya ku “Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistiye” banga îfadedayinê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir.

Piştî ku qanûna di Destûra Bingehîn de têkîldarî destlênedanên qanûnî yên parlamenteran diguherîne di Rojnameya Fermî de hate weşandin, lêkolînên bi taybet têkîldarî wekîlên HDP’î didomin.

 Herî dawî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna têkîldarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi îdîaya ku “Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistiye” banga îfadedayinê lê kir.

Serdozgeriyê beriya niha jî di çarçoveya lêpirsînên Selahattîn Demîrtaş, Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel, wekîlên HDP’î Nûrsel Aydogan û Sîbel Yîgîtalp de bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” banga îfadedayinê kiribû.

Her wiha, Buroya Talîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî bi îdîayên “heqaret” û “propagandaya rêxistinê dikin” banga îfadadayinê li Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kiribûn.