Dînç: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî li dijî destûra bingehîn e
Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç destnîşan kir ku tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, sûcekî li dijî destûra bingehîn e.
Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç destnîşan kir ku tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, sûcekî li dijî destûra bingehîn e.
Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan Mazlûm Dînç destnîşan kir ku tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, sûcekî li dijî destûra bingehîn e. Dînç anî ziman ku mafên herî bingehîn ên muwekîlê wî jî bûne mijara siyasetê û diyar kir ku ragirtina Ocalan di tecrîdê de tê wateya gurkirina agirê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn.
Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînc, tecrîda li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku têgiha '5 mehkûm weke Sekreterya anîna Girava Îmraliyê' şaş e. Dînç ragihand ku dewamkirina pêvajoya ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pê heye, bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.
'MAFÊN HERÎ BINGEHÎN ÊN OCALAN DIKIN MIJARA SIYASETÊ'
Wasî û parêzer Mazlûm Dînç anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşeke nû nîne, ji slaa 1999'an dema anîna Tirkiyeyê ya bi komployeke navneteweyî û vir ve bê navber dewam dike û da zanîn, ku hevdîtiya heyeta Îmraliyê ya mehê carekê, rastiya tecrîdê neguhertiye. Dînç ragihand ku mafên herî bingehîn ên muwekîlê wî, ku bi destûra bingehîn û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî re hatine ewlekirin tên astengkirin, weke amûreke siyasetê tên bikaranîn û got, "Ji sala 1999'an heta sala 2013'an, mafê temaşekirina li televîzyonê ya ji hemû girtiyan re hatiye naskirin, ji Ocalan re nehat naskirin. Rojnameyên ku mehane bi awayekî komî tên dayîn tên parçekirin û piştî vê sansurkirinê tê dayîn. Şandin û wergirtina nameyan hat astengkirin û mafê telefonê ji dest hat girtin.
Ev tecrîd bi taybetî di dema 13 salên desthilatdariya AKP'ê hat şidandin. Desthilatdariya siyasî bi hişmendiya 'li gorî berjewendiyên min be ez ê hevdîtinê bikim, nebe nakim' tevgeriya. Lewma yekser ji tecrîdê berpirsyar e."
'400 SERLÊDAN HATIN KIRIN, HEMÛ HATIN REDKIRIN'
Dînç bibîr xist, ku ji aliyê qanûnî ve nabe ku hevdîtinên parêzer-muwekîl bê astengkirin, lê belê tevî vê yekê jî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin. Dînç anî ziman ku ji bo rakirina vê astengiya kêfî wan heta niha zêdeyî 400 serlêdanên hevdîtinê kirine, lê belê hemû ji van bi hincetên ne cidî yên weke 'keştî xerabe ye' yan jî 'rewşa hewayê nebaş e' hatine astengkirin û got, "Li gorî xwe tecrîda li ser Birêz Ocalan li hemberî gelê Kurd û tevgera Kurd weke şantajekê bikar tînin. Tevî ku li holê pêvajoyek heye û Birêz Ocalan sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye jî, şert û mercên lê tê ragirtin nehatiye guhertin, nehatiye başkirin."
'7'Ê HEZÎRANÊ BERSIV DA BÊ SAMÎMIYETA AKP'Ê'
Dînç diyar kir ku ev pêkanîna li hemberî Ocalan nêzîkatiya AKP'ê ya li çareseriyê nîşan dide û destnîşan kir ku AKP ne li ser bingeha berjwendiyên Tirkiyeyê û gelê Kurd, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe û hegemonya xwe nêzî pêvajoya çareseriyê dibe. Dînç da zanîn ku gelên ev bê samîmiyet û nêzîkatiya pragmatîst dîtin, bersiva herî watedar di 7'ê Hezîranê de dan û got, "Gelên kurd û Tirkiyeyê bi awayekî vekirî ragihandin ku êdî ev pêvajo bi şantajên bi vî rengî nameşe."
Dînç da xuyakirin ku astengkirina hevdîtinên heyeta HDP'ê yên bi Ocalan re, ku ev 2 meh in nikarin Ocalan bibînin, parçeyek ji vê bê samîmiyetê ye û ragihand ku dewamkirina vê tecrîdê piştî hilbijartinê tê wateya operasyona tolhildana ji serketina HDP'ê û ev rewş li ser navê aştiyê ti encameke baş bi xwe re nîne.
'NÛÇEYÊN ÎDÎA DIKIN KU SEKRETERYA HATIYE AVAKIRIN, NE RAST IN'
Dînç diyar kir ku her çend li gorî prosedura qanûnî wasî û malbata Ocalan her du hefteyan carekê mafê xwe yê hevdîtinê heye jî, ji 22'ê Îlona 2014'an û vir ve bi hincetên erzan hevdîtina wan tê astengkirin û da xuyakirin ku pênc mehkûm Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Nasrûllah Kûran, Çetîn Arkaş, Veysî Aktaş ên nû anîne Girava Îmraliyê, ji Îlonê û vir ve bi van astengiyên kêfî nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.
Dînç da xuyakirin ku nameyên mehkûman ên ji malbat û parêzerên xwe re dişînin ev mehekin tên desteserkirin û anî ziman ku têgiha '5 mehkûm weke Sekreterya anîna Girava Îmraliyê' şaş e. Dînç got, "Mafê hefteyê carekê yê sohbeta 20 saetan û li hev kom bûna li cihekî giştî, ku bi awayekî qanûnî ji Tîpên F re jî hatine naskirin, nayê bicihanîn. Bi tenê di nava hefteyê carekê 5 saetan mafê sohbetê bi awayekî bi sînor, tê naskirin." Dînç ragihand ku Ocalan ev merc her tim rexne kiriye û ev pêkanîn bi gotina 'ji min dixwazin ku di hawizê bê av de avjeniyê bikim' rave bike û got, "Birêz Ocalan her tim destnîşan kir ku di van şert û mercan de ne pêkane ew karibe pêvajoyê bi pêş ve bibe, divê êdî şert û merc werin guhertin."
'TEDAWÎ LI ALIYEKÎ TEŞHÎS BI XWE JÎ NAYÊ DESTNÎŞANKIRIN'
Dînç da xuyakirin ku ji ber mercên giravê pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîlê wî Ocalan hene, lê belê dewlet vê rewşê li ber çavan nagire û çavdêriya xwe ya di hevdîtina dawî de bi vî rengî anî ziman: "Herî dawî dema min Birêz Ocalan dît, qirika wî dişewitî, bêvila wî diherikî, çavên wî şil dibû. Tevî vê jî nehat tedawîkirin. Bi salan me serlêdan kirin ku ew li nexweşxneyeke xurt bê tedawîkirin. Lê belê tedawî li aliyekî, teşhîsê jî nakin."
'OCALAN JI BÊ SAMÎMIYETA AKP'Ê ACIZ BÛ'
Dînç da xuyakirin ku Ocalan gelek caran aciziya xwe ya ji ber bê samîmiyeta AKP'ê anî ziman û bi vî rengî behsa hevdîtina xwe ya bi Ocalan re kir: "Birêz Ocalan digot ku AKP ji dil nêzî pêvajoyê nabe. Tevî agirbesta heyî jî AKP'ê şer derbasî Rojava kir. diyar kir ku li Bakur jî bi çêkirina kalekol, qereqol, HES û bendavên ewlekariyê re şer timî sor dikir. Anî ziman ku mijareke wijdanî û însanî ya weke rewşa girtiyên nexweş jî veguherand mijareke bazariyê, ev yek nîşan dide ku AKP bi mejiyê mijûlkirinê nêzî pêvajoyê dibe. Birêz Ocalan destnîşan dikir ku ji bo pirsgirêk nebe sedema hîn bêhtir êş û azaran, divê AKP tavilê dest bi muzakereyê bike û di mijara çareseriyê de bi berpirsyarî rabe."
'JI HIQÛQA HUNDIR HETA HIQÛQA DERVE ME ENCAMEKE BI BANDOR BI DEST NEXISTIN'
Dînç destnîşan kir ku tecrîda li ser muwekîlê wan Ocalan û xespkirina mafên wî, sûcekî li dijî destûra bingehîn e û anî ziman ku ji bo dawî li vê rewşê bê anîn, ji hiqûqa hundir heta hiqûqa navneteweyî wan serî li hemû saziyan dane. Dînç diyar kir ku di heman demê de wan giliyê Wezîrê Edaletê û Serokwezîrê hingî Serokkomarê niha Tayyîp Erdogan ên bi awayekî vekirî sûc dikin, kirine lê belê hem ji hiqûqa hundir hem jî ji saziyên weke CPT ên Konseya Ewropayê ku îdîa dikin di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de hesas in, encameke bi bandor bi dest nexistine.
'DEWAMKIRINA PÊVAJOYÊ BI AZADIYA OCALAN VE GIRÊDAYÎ YE'
Dînç bibîr xist ku dewamkirina pêvajoyê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêwîstiyeke û destnîşan kir ku dewamkirina pêvajoyeke bi vî rengî jî bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Dînç diyar kir ku ragirtina Ocalan di tecrîda girankirî de tê wateya gurkirina agirê li Rojhilata Navîn û got, "Pêwîste tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bê bi dawîkirin û ji bo muzakere di nava mercên wekhev de bê destpêkirin, divê mercên tenduristî-ewlekarî-azadî yên Ocalan bên bicihanîn."