Dîmenên 2 tankên hatin rûxandin
Gerîla TV, dîmenên 2 tankên di 29'ê Gulanê û 13'ê Hezîranê de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê ve hatin rûxandin, weşand.
Gerîla TV, dîmenên 2 tankên di 29'ê Gulanê û 13'ê Hezîranê de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê ve hatin rûxandin, weşand.
Gerîla TV, dîmenên 2 tankên di 29'ê Gulanê û 13'ê Hezîranê de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê ve hatin rûxandin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, 2 tankên artêşa Tirk di encama çalakiyên gerîla yên demên cuda de hatine rûxandin. Di daxuyaniya li ser mijarê de ev agahî hatin dayîn:
"Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û pê ve, dewleta AKP'ê ya li dijî Rêberê me û gelê me şerê topyekûn daye destpêkirin, îro li hemû bajarên Kurdistanê û qadên gelê me yê welatparêz lê ye, zexta qirkirinê bi rengekî hovane û bê perwa dimeşîne. Hêzên Qesr/AKP'ê yên di vî şerê qirêj de hov bûne, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî berxwedanê, serî li her şêwe komkujiyên hovane dide.
Dewleta hewl dide rewşa xwe ya têkçûyî ya li pêşberî hêzên me ji raya giştî veşêre, civakê bixapîne û rastiyan berevajî bike. Ji dewleta AKP'ê hebû ku bi bikaranîna çekên ji teknolojiya herî pêşketî dikare li hemberî gelê me û hêzên gerîla li Kurdisatnê encamê bi dest bixe. Di vî şerê giran ê roja îro de, hevrêyên me yê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin, çêbûn. Lê belê encamên rast ên şer, ne ew encamên ji aliyê navendên şerê taybet ve tên weşandin e. Divê were zanîn, navendê şerê taybet mekanîzmaya derewan gelekî bi kar tîne.
Di demên cuda de gerîlayên me 2 çalakî lidar xistin.
Ji bo bîranîna şehîdên Geverê, roja 29'ê Gulanê saet di 14:00 de gerîlayên me li hemberî qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê çalakiyek lidar xistin û di encamê de tankek rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşker mirin, 6 leşker jî birîndar bûn.
Ji bo bîranîna hevrê Viyan Bahoz û Herekol Sipertî, di 13'ê Hezîranê saet di 12:00 de l hemberî leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Şirnex Qilabanê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya ku tankek hedef hat girtin de, tank hat rûxandin û 5 leşkerên tê de hatin kuştin."