Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Amediyê weşand, ku di encamê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kiribû:

"18’ê Tebaxê saet 13:00’an çeperek dagirkeran a li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bû hedefa hêzên me. Di encama vê çalakiyê de çepera dagirkeran hate rûxandin."