Dikandarên Wanî amade ne ji bo bimeşin Geverê
Li Wanê, amadekariyên meşa ji bo şikandina dorpêçiya li ser Geverê dewam dikin. Dikandarên Bazara Gel a Mezin a Wanê bang li gel kir ku tevlî meşê bibe.

Li navçeya Colemêrg Geverê, dorpêçî û operasyon dewam dikin. Gelê Wanê jî ji bo şermezarkirina vê dorpêçiyê wê ber bi Geverê ve bimeşe. Girseya gel wê danê sibehê bi rê keve. Dikandarên Bazara Gel a Mezin ku wê di nava meşvanan de cih bigirin, ji bo Geverê banga hişyarî û baldariyê li gel kirin.
'EM HIŞYAR Û BALDAR BIN; PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊN GENGAZ BIGIRIN'
Hevseroka Bazara Gel a Mezin Hanîfe Guzel got, "Em dixwazin ev dorpêçî û qedexeya derketina derve ya di demên dawî de li navçeyên me tên meşandin, êdî biqedin. Bêyî ku li Geverê komkujiyên nû rû bidin, em dikarin pêşî li vê bigirin. Ji ber vê yekê divê em hemû hişyar û baldar bin. Bi armanca destekkirinê divê em sibe ber bi Geverê ve bimeşin."
Ji dikandarên bazarê Kemal Kaya jî diyar kir, ew ji ber komkujiyeke gengaz a li Geverê bi fikar in û got, "Pêwîste em hemû bi hev re pêşî li êşên nû yên dikarin rû bidin, bigirin. Em dikarin vê bikin. Binêrin li Enqere, li Stenbolê bombe diteqin. Ev rewş wê ber bi ku ve biçe? Em hemû bi fikar in. Divê hikûmet derhal vê polîtîkaya xwe biterikîne. Girîng e 'pêvajoya çareseriyê' ji cihê ma ye bidome û alî li maseya muzakereyê vegerin."
'EM Ê DI NAVA MEŞÊ DE BIN'
Dikandar Nazmî Kûtlû jî bang li tevahiya gelê Wanê kir û got, "Divê em bibin dengê Geverê. Gelê Geverê bi tenê nîne. Em êrîşên gengaz ên nû rawestînin. Ji ber vê yekê ez ê sibê di nava meşê de bin."