Dijberiya ENKS'ê ya li Kurdî, li Hesekê hat şermezarkirin
Yekîtiya Mamosteyên Hesekê, li hemberî dijberiya ENKS'ê ya li Kurdî, daxuyaniyek da çapemeniyê.
ANF
HESEKÊ
pêncşem, 12 sermawezê 2015, 14:04
Yekîtiya Mamosteyên Hesekê, li hemberî dijberiya ENKS'ê ya li Kurdî, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî saet di 13:00 de li ber Dibistana Seretayî ya Ahmed Zeal a li Taxa Til Hecer a Heseke hat dayîn.
Di dema dayîna daxuyaniyê de tevî mamosteyan bi sedan xwendekar amade bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Bêrîvan Mahmût û Rûken Necar ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin û hat gotin, "Weke Yekîtiya Mamosteyên Hesekê, em wan kesên ku xwe Kurd dibînin lê li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî ne, şermezar dikin. Ev nakokî ji ber zîhniyeta wan a paşdemayî, derdikeve holê."
GEL JÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DABÛ
ENKS'ê li bajarên Dêrik û Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina perwerdeya Kurdî ya li dibistanan xwepêşandan lidar xistibû. Ev dijberiya ENKS'ê ya li perwerdeya bi zimanê Kurdî di nava gel de jî rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.