BI DÎMEN

Dîcle: Rewatiya dewletê ya li Kurdistanê winda bûye

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên li ser Farqînê pêk tîne da û got: “Mixabin îro li Kurdistanê rewatiya dewletê winda bûye. Gelê Kurd vîna xwe aşkera kir ku nikare bê statu bijî.”

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên li ser Farqînê pêk tîne da û got: “Mixabin îro li Kurdistanê rewatiya dewletê winda bûye. Gelê Kurd vîna xwe aşkera kir ku nikare bê statu bijî.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku eger li cihekî hêzên tarî hebin pêwîst e li dijî vê tariyê bibin rohanî.

Li navçeya Farqînê ya Amedê qedexeya derketina kolanan di roja 10'an de berdewam dike. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle û wekilên HDP'ê jî di nav de bi hezaran kes meşiyan taxên ku qedexe lê berdewam dike. Girse piştî rastî astengiya polîsan hat li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di çalakiyê de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku gelê Farqînê di bin dagirkeriya dewletê de ye û niha hatine wexta ku dema gotinê qediya ye. Dîcle, da zanîn ku dewlet li ser gel ji bo hikûmdariyê serdestiyê ferz dike û û wiha got: "Eger li welatekî dewlet li ser gel bi zorê hikûmdariyê ferz bike, wê demê rewatiya wê dewletê nemaye. Mixabin îro li Kurdistanê rewatiya dewletê winda bûye. Gelê Kurd vîna xwe aşkera kir ku nikare bê statu bijî. Niha dewlet hatiye kêliya ku dema gotinê diqede. Eger ku dewlet hêza xwe ya dagirkeriyê berdewam bike wê demê dema gotinê diqede. Ji ber vê yekê divê dewlet bi lezgîn dîsa dest bu mutabaqata Dolmabahçeyê bike. Divê bi lezgîn dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bîne. Divê dewlet bi lezgîn bersivê bide banga me. Gotinek heye. Dibêjin Demên Arifê. Divê dewlet baş vê peyama me fam bike."

HEVBERDEVKÊ HDK'Ê ERTUGRUL KURKÇU: EM LI CEM GELÊ FARQÎNÊ NE

Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî diyar kir ku heta niha li cîhanê rewşek wiha pêk nehatiye. Kurkçu, da zanîn ku ew li cem gelê Farqînê ne û wiha got: "Hêzên dewletê û polîs bi her awayî êrîşî gel û wekîlên gel dikin. Ev ti car nayê qebûl kirin."

YUKSEKDAG: GELÊ FARQÎNÊ LI DIJÎ TARIYÊ BÛ MEŞALE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî gelê Farqînê yê bi rojan e li dijî êrîşên dewletê li ber xwe dide silav kir. Yuksekdag, diyar kir ku eger li cihekî hêzên tarî hebin pêwîst e li dijî vê tariyê bibin rohanî. Yuksekdag, destnîşan kir ku 7 canên wan li dijî tariya zilmê bedena xwe kirin meşale û destûr nedan ku tarî serdest bibe. Yuksekdag, bilêv kir ku gelê Farqînê li dijî zilma diktatoriyê bûye meşale û destûr nade ku tarî bi ser bikeve.

Yuksekdag, herî dawî anî ziman ku ew ê her dem li pişt gelê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî zilmê di ber xwe dide cih bigirin û dewlet nikare vîna gel bi zilm û zordariyê teslîm bigirin. Yuksekdag, da xuyakirin ku ew ê her dem di nava gelê Farqînê de cih bigirin.

...