Dîcle: Parastina xwerêveberiyan wezîfeya bingehîn a ciwanên Kurd e

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Axîn Mahîr Dîcle: Xwerêveberî vîna gel e. Parastina van xwerêveberiyan û derxistina dagirkeran ji Kurdistanê, wezîfeya serketinê ya ciwanên Kurd e.

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Axîn Mahîr Dîcle got, "Parastina xwerêveberiyên ji vîna gel û derxistina dagirkeran ji Kurdistanê, wezîfeya serketinê ya vê demê ya ciwanên Kurd e. Ji ber vê yekê, bi ruhê 15'ê Tebaxê avakirina jiyana azad û parastina wê, wezîfeya ciwanên Kurd e. Di heman demê de mezinkirina hişmendiya parastinê ya bi vî ruhî derket holê, mezinkirina têkoşîna gerîla û meşa li ser şopa van lehengan di vê rêya bi rûmet de, hem maf hem jî wezîfeya ciwanên Kurd e."

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Axîn Mahîr Dîcle ji ANF'ê re axivî.

Dîcle bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxe, fermandarê mezin Egîd vê pêngavê û şopdarê wî hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî.

Dîcle da xuyakirin ku jin, ciwan û bi giştî gelê Kurd bi hêza ji Pêngava 15'ê Tebaxê wergirtî re îro li çar aliyên Kurdistanê, ji bo jiyana azad û bi rûmet biryardariya têkoşînê mezin dikin û destnîşan kir ku bi saya serketina 15'ê Tebaxê hêviya serketinê tê nîşandan û bi vê bîr û biryardariyê gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe.

Dîcle diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê her çend li tevahiya Kurdistanê rê li ber coşeke mezin vekir jî, herî zêde jin û ciwanên Kurd ên bi vî ruhî têdikoşin, bi coş û biryardariyeke mezin xwedî lê derketin û ev nirxandin kir: "Ji ber ku 15'ê Tebaxê li dijî her şêwe zîhniyeta serdestiyê, serîhildan e. Ji vê pêngava ku asta biryar û israrê ya ciwanên Kurd a di gerîlabûyînê de nîşan da û vir ve, ciwanên Kurd weke gerîlayên azadiyê herikîne nava refên têkoşînê. Lewma Pêngava 15'ê Tebaxê hem ruh û cesaret daye ciwanên Kurdistanê hem jî berê ciwanan daye têkoşîna gerîla. Ciwanên ber bi azadiyê ve dimeşin, afirandiye. Bi vî ruhî re ciwanên Kurd ev 32 sal in li çiyê, li bajaran, kêliyekê jî nesekinîn û xwedî li azadiyê derketin, hişmendiya xweparastinê afirand, xwedî li welaparêzî, ax, ziman û çanda xwe derket û di vê oxirê de têkoşîna xwe xurt kir. Ciwanên Kurd bi cesareta ji vê pêngavê wergirtî re li Kobanê, li Şengalê, li her devera Kurdistanê bi fedekariyeke mezin ji bo azadiyê li ber xwe dane. Û her roj bi dayîna berdêlên ji bo azadiyê, serketin û jiyana azad diyarî gelê xwe kirine. Ya ku ev vîn afirand, ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê ye."

Dîcle der barê xwerêveberî û xweparastina gelê Kurd a li gelemperiya Kurdistanê belav dibe de, ev nirxandin kir:

"Biryardariya gelê me ya ji bo xwerêveberî û xweparastinê, nîşaneya vejîna 15'ê Tebaxê ye. Ji rastiya gel a ku di bin dagirkeriyê debû, tine dihat hesibandin, bi qirkirinan re rû bi rû hatibû hiştin, rastî û hebûna xwe bi betonê hatibû nixumandin û vîna xwe bi temamî hatibû şikandin, rastiya gelekî ku ji bo şerê hebûn û azadiyê her şêwe fedekariyê dike û di vê de israr dike hat afirandin. Ev rastiyeke; êdî gelê Kurd nikare mîna rewşa beriya 15'ê Tebaxê bijî. Nikare vê qebûl bike. Bi Şoreşa Rojava, bi vîna xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê nîşan daye re, bi biryar e ku vî ruhî bi ser bixîne. Ya herî girîng jî ew e ku ev asta têkoşînê di nava gelê Kurd de rê li ber moral û coşeke mezin vekiriye. Ev coş coşa gelekî ber bi azadiyê ve dimeşe ye. Bêguman di vir de sedema herî mezin berxwedana bêdawî ya jin û ciwanên Kurd e."

Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Axîn Mahîr Dîcle da zanîn ku ev ruhê 32 sal in tê jiyîn, di roja îro de li Bakurê Kurdistanê derketiye asta herî bilind û destnîşan kir, ku ev dem mîna 15'ê Tebaxê demeke dîrokî ye.

Dîcle da xuyakirin ku ev dem, dema tacîdarkirina vejîna vî gelî bi serketinê ye û got, "Ji ber vê yekê, divê ciwanên Kurdistanê bi taybetî di vê demê de têkoşîna afirandina serketinê ji her demê bêhtir bimeşînin û vê vîna gel derxistiye holê, di asta herî bilind de biparêzin. Pêwîste neyê ji bîrkirin, ji ciwanên dema 15'ê Tebaxê bi ser xistin bêhtir em xwedî derfet û mîrateyê ne. Eger ev ciwanên bi fermandariya hevrê Egîd tevî ewçend derfetên kêm karîbûn gelekî ji nû ve vejînin, ciwanên Kurd jî xwedî wê berpiryariya dîrokî ne ku bi ruhê ji wan werdigirin re, azadiyê diyarî vî gelê bi vê mîrateyê re rabûye ser xwe, bikin. Parastina xwerêveberiyên ji vîna gel û derxistina dagirkeran ji Kurdistanê, wezîfeya serketinê ya vê demê ya ciwanên Kurd e. Ji ber vê yekê, bi ruhê 15'ê Tebaxê avakirina jiyana azad û parastina wê, wezîfeya ciwanên Kurd e. Di heman demê de mezinkirina hişmendiya parastinê ya bi vî ruhî derket holê, mezinkirina têkoşîna gerîla û meşa li ser şopa van lehengan di vê rêya bi rûmet de, hem maf hem jî wezîfeya ciwanên Kurd e."