Dîcle Anter çalakiya xwe bidawî anî

Dîcle Anter çalakiya xwe bidawî anî

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter ku ji bo piştevaniya girtiyên 43 rojin di çalakiya birçîbûnê de li Êlihê rojekê ketibû çalakiya birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anî.

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter ku ji bo piştgiriyê bide girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku ji 12’ê Îlonê ve girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirine, li ber Salona Sînemaya Yilmaz Guney ji bo rojekê dest bi çalakiya birçîbûnê kiribû, bi dawî anî. Anter ku ji şeva din ve ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin. Anter bi dowîza “Pêwîste em li hember mirina birayên xwe bêdeng nemînin” daliqandî, çalakiya xwe bidawî anî. Li heman cihî welatiyê bi navê Mehmet Uçar çalakî dewir girt.