Di encama xwepêşandanên îro bi boneya piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd de, li Amedê 56 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya “Berxwedana Topyekun” de li Amedê xwendekar neçûn dibistanan û derabe nehatin vekirin. Polîsên Tirk li Amedê êrîşê girseya Gel a ku dixwest bimeşe ber Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D ya Amedê li rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid de gelek kes birîndar bûn. Gel jî bi molotof û kefiran bersiv da êrîşa polîsên Tirk. Polîsan bi panzeran bi ser malan de digrin. Hate diyarkirin ku pevçûn li derdora dibistana polîsan, girtîgehê, Cadeya Nukhet Coşkun Aykolû, Emek, Sento û Medîneyê belav bûn. Herî kêm 3 kes birîndar bûn û herî kêm 56 kes hatin binçavkirin.