'Di vê cejnê de em berxwedana li dijî zilmê geş bikin'
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got, "Di vê cejnê de em berxwedana li dijî zilmê geş bikin."
Hevserokatiya KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û got, "Di vê cejnê de em berxwedana li dijî zilmê geş bikin."
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gelê Kurdistanê û hevrêyan pîroz kir.
Di peyama KONGRA GEL de hat gotin, "Em hêvîdar in cejn bibe wesîle ji xurtkirina yekîtî û hevgirtina gelê me re." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdogan ê faşîst, beriya cejnê bi tayînkirina qeyûman li şûna vîna hilbijartî ya gelê me, bi bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi polîtîkayên xwe yên li dijî Federasyona Bakurê Sûrieyyê re careke din dijminatiya xwe a li gelê Kurd raxist pêş çavan.
Li dijî dijminatiya Erdogan a ku di bin maskeya oldariya sexte de li Kurdan dike, divê gelê me di cejna Qurbanê de yekîtî û berxwedana xwe geş bike û bi vî rengî bersivê bide. Rabûna li ber zilmê maf e. Gelê me yê bi rûmet wê bi berxwedana xwe, desthilatdariya heramiyên qesrê hilweşîne. Bila di vî warî de qet guman nebe.
Pêwîste gelê me bi ti awayî qeyûman nas neke. Qeyûm desteserkirina rûmet û vîna gelê me ye. Lazim e gelê me heta dawiyê li dijî vê bêrûmetiyê li ber xwe bide. Li dijî qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin, gelê me bi berxwedana xwe rûpelekî nû li dîroka me ya têkoşînê vedike."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dem dema têkoşîneke topyekûn a li dijî faşîzma Erdogan û dewletê ye û hat gotin, "Li ser vê bingehê em cejna Qurbanê li gelê xwe pîroz dikin, berxwedana gelê xwe ya li dijî zilmê ji dil silav dikin û dibêjin; ji her demê bêhtir em nêzî azadiya Rêberê xwe û gelê xwe ne. Di vê dema dîrokî de em ji tevahiya gelên xwe û hevrêyên xwe re serketinê dixwazin."