Di teqîna li Qamişlo de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di teqîna li taxa Enteriyê ya Qamişloyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Jin û zarok jî di nav de 56 sivîl birîndar bûn.

Di teqîna li taxa Enteriyê ya Qamişloyê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Jin û zarok jî di nav de 56 sivîl birîndar bûn.

Êrîş îro saet derdora 09.20’an de li taxa Enteriyê li pêşiya avahiya Asayîşê ya bajarê Qamişlo pêk hat. Şahidên bûyerê ragihandin ku qemyoneke bombebarkirî li kolana di navbera avahiya asayîşê û herêma pîşesaziyê de hate teqandin. Hate gotin ku wesayîta hatiye teqandin, qemyonek bi rengê sor e û piştî bombe lê hatine bicîhkirin, tije ser xîz kirine.

Ji ber ku cihê teqînê nêzî kargeh û herêma pîşesaziyê ye û teqîn jî di saetên kar de pêk hat, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha gelek kargehên li herêma pîşesaziyê, ziyan dîtin.

Di encama teqînê de endamekî Asayîşe, zarokek û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Cîgira Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Meha Omo, di teqînê de 56 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Rehmê, Kelîmê, Wetenî, Nafiz û Nur ên li bajar.

Ji birîndaran ên ku navên wan hatine fêrbûn wiha ne:

Nexweşxaneya Nafiz: Ehmed Koca (10), Xelil Mihemed (45), Faiza Elî (35), Mihemed Mihemed (13)

Nexweşxaneya Kelîmê : Îmad Tevfik Îbrahîm (35), Celal Mihemed (12) Ednan Emîn (30)

Nexweşxaneya Rehmê: Ebbas Receb, Omer Awad, Îdal Guhdar, Ebdurehman Elî, Hebîb Şerro, Hozan Hisên, Binbaşi Gandi, Rêwan Loqman, Hemîda Şikrî, Mihemed Zehra, Omer Haci Elî, Mihemed Îbrahîm.