Di teqîna li Dîlokê de nêzî 50 kes birîndar bûn

Di teqîna li Dîlokê de nêzî 50 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqîna li dijî Navenda Polîsan a Taxa Karşikaya ya Şehîd Kamila Dîlokê herî kêm 50 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên danê êvarê de li dijî Navenda Polîsan a Karşikayayê êrîşeke bombeyî pêk hat. Hat diyarkirin di êrîşê de birîndar hene û ambulans şandin cihê bûyerê.

Şahidên bûyerê dan zanîn ku di encama teqînê de agir bi otobûs û wesayîtek ketin û duman ji cihê bûyerê radibe.