Di encama teqîna li dijî Navenda Polîsan a Taxa Karşikaya ya Şehîd Kamila Dîlokê herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes birîndar bûn.
Waliyê Dîlokê Erdal Ata, di daxuyaniya da de ragihand ku teqîn di encama teqîna bombe barkirî de pêk hat. Ata da zanîn ku 8 wendahiyên canî hene û destnîşan kir ku heta niha hejmara kuştî û birîndaran nehatine zelalkirin.