Di skandala fîşkirinê de lêpirsîn berfireh dibe

Di skandala fîşkirinê de lêpirsîn berfireh dibe

Di skandala fîşkirinêya li navçeya Xozata Dêrsimê ku piranî BDP’yî tên hedef girtin, piştî întîhara Midûrê Polîsan yê Navçeyê lêpirsîn hate berfireh kirin.

Piştî ku Midûrê Polîsan yê Navçeyê Şan nota ‘Heya roja îro jiyanek min ya pîşeyî ya birûmet hebû. Min ev û tiştên hatin jiyan kirin heq nekirin. Ez neçarim’ li pişt xwe hêlayî dozgeriyê di vî alî de jî lêpirsîn da destpê kirin.

Piştî Dozgeriya Komarê di lêgerînên li Qeymeqamtî, Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê û Fermandariya Cendirmeyan dest danîn ser hard dîskên computer û dokumanan, tê ragihandin ku kesên hatine fîş kirin yek yek tên guhdar kirin.

Hate diyarkirin ku, dozgerî dê serî li îfadeyên polîsên li Dêrsim û navçeyan, her wiha dê îfadeyên hevjîna Şan ya li Stenbolê jiyan dike jî bigirin. Her wha hate îdîakirin ku, dê girteka îfadeya Şan ya têkildarî fîşkirinê daye 2 mufetîşên mulkiyeyê jî bê xwestin.

Li Xozatê bi fermana Qeymeqamtiyê, fîşkirina ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan û Amîrtiya Polîsan ya Navçeya Xozatê ve hatibû kirin.

Di dosyayên ku li Qeymeqamtî, cendirme û polîsan kopyayek ya fîşkirinê hate dîtin, nasnameya kes, navnîşana male û hêjmara telephone, kîloya wî, rengê por û çav, lewaziyên şexsî, kesê ku pêre hevdîtinê dike, şeklê axaftinê û rêxistina ku tê îdîakirin têkiliya wî pêre heye û heya erkê wî hemû tê de cih digirin.