Di serê min de parçeyên Arîn Mîrxanê...

Navê wî Nûrhak Botan e. Bi mehan di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtiye. Bi Arîn Mîrxan a ne tenê sembola serketina berxwedana Kobanê, li hemû cîhanê bû sembol re li heman mewziyê şer kiriye. Di vê pêvajoyê de gelek caran birîndar bûye.

Me êş, kêfxweşî, berxwedan û gelek hestên din bi hev re jiya. Di her bedenî de dil ji bo serketina Kobanê diavêt. Me ev hemû dîtin. Serketina Kobanê bû ya me; lê li Kobanê dil hê bi heman lezginiyê diavêje. Bi yek ji van dilan re bi tesadufî naskirina min çêbû û min got qey bi sedeqatê re naskirina min çêbûye. Navê wî, Nurhak Botan e.  Bi mehan di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtiye. Bi Arîn Mîrxan a ne tenê sembola serketina berxwedana Kobanê, li hemû cîhanê bû sembol re li heman mewziyê şer kiriye. Di vê pêvajoyê de gelek caran birîndar bûye.

Bi, Nurhak Botan a ku wan rojan vedibêje re tiştên cuda hebûn. Di nava tiştên vedigot de tiştên balkêş hebûn; belkî jî kî di şûna wî de bûya wê çend caran bifikiriya, lê ew beyî bifikire gotiye na. Em ji çi re bêjin. Nurhak li Kobanê dema ku Arîn Mîrxan çalakiya xwe pêk aniye ligel wê bûye. Di dema teqînê de gelek parçe li serê wê jî ketine û birîndar bûye. Û Nurhaqê tevî hemû israrên doktor û hevalên xwe derxistina van parçeyan red kiriye. Min ji wî pirsî, gelo heta kengî, heta ku derê? Bersiva wî wiha bû; “Ti car.”  Bi vê bersivê me bi bêdawîbûna rêhevaltiyê careke din bawer kir û got: “Ez ê bi parçeyên Arîn Mîrxanê bijîm.”