Di roja zarokan de zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
Li Cizîrê bi pêşengiya Baroya Şirnexê bi munasebeta 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo balê bikşînin ser qetilkirina zarokan, li cihê ku zarok hatine qetilkirin çalakî li dar xistin.
Li Cizîrê bi pêşengiya Baroya Şirnexê bi munasebeta 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo balê bikşînin ser qetilkirina zarokan, li cihê ku zarok hatine qetilkirin çalakî li dar xistin.
Li Cizîrê bi pêşengiya Baroya Şirnexê bi munasebeta 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo balê bikşînin ser qetilkirina zarokan, li cihê ku zarok hatine qetilkirin çalakî li dar xistin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi pêşengiya Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Şirnexê ji bo şermezarkirina qetil kirina zarokên kurd çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya ku li cihê Nîhat Kazanhan ê di 14'ê çileyê de ji hêla polîsan ve li taxa Yafesê ber mala wan hatî qetilkirin, li darxistin de Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî, KESK, Odaye Bazirganiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Alimên Botanê, malbatên zarokên wan hatine qetil kirin û gelek hemwelatî amade bûn. Girseya beşdarî çalakiyê bûyi wêneyên zarokên ji hêla dewletê ve hatine qetil kirin û dowizên navê zarokên hatine qetil kirin li ser nivîsî rakirin. Li vir deqeyek rêzgirtin pêk hat.
BILA KUJER BÊN DARIZANDIN
Piştî rêzgirtinê Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî destnîşan kir ku ew ji bo zarokên hatine qetil kirin li vir kom bûne û wiha axivi: "Heke kujerên Ugur Kaymaz û Sînan Saltikalp hatibûna darizandin û hatibûna cezakirin Nîhat Kazanhan û Umît Kurt nedahitin qetil kirin. Em weke parêzerên vî bajarî dixwazin kujerên zarokên me werin darizandin û ceza kirin. Hukumet behsa çareseriya pirsgirêka kurd dike. Lê bi qetilkirina zarokan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî da zanîn ku qaşo îro cejne zarokan e lê ew zarokên hatine qetil kirin bi bîr tînin û ev tişt gotin: "Divê hemû kes bizane cihê zarok lê tên qetilkirin kes nikare cejnan pîroz bike. Bi salane zarokên kurdan tên qetilkirin. Hikumeta AKP'ê berpirsyarê qetil kirina dehan zarokên kurd e. Ji bo desthilatdariya xwe jiyana mirovan tune dihesibîne û xwînê dirijîne. Em dê vê hilbijartinê de dawiyê li vê rewşê bînin. Wê êdi kes nikare zarokan bikûje û êrişê gelê kurd bike."
'DI SALA DAWÎ DE 9 ZAROK HATIN QETILKIRIN'
Piştre, parêzera Baroya Şirnexê Gulşen Elçî daxuyaniya hatî amadekirin xwend. Elçî, bal kişand ser qetilkirina zarokan û wiha got: "Ji 1992'an heta vê rojê 479 zarok ji hêla dewletê ve hatine qetil kirin tenê di sala dawî de 9 zarok hatin qetil kirin. ji ber kujerên van zarokan polisin dadgeh darizandinên cidî nakin. Divê dewlet pêwistiyên peymanên navnetewî yên îmze kirî bi cih bine. Dewleta dibêje ez cejna zarokan pîroz dikim divê zarokan nekûje û kujerên zarokan bidarizîne."
Li ser navê malbatên zarokên wan hatine qetilkirin dayika Nîhat Kazanhan, Ayşe Kazanhan, dayika Mehmet Uytun ê di cotmeha 2009'an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin, Kesver Uytun, bal kişandin ser qetilkirina zarokan û diyarkirin ku zarokên wan bi şêwazek keyfî ji hêla polisan ve hatine qetil kirin û dewlet bi zanistî van kesan daranazîne. Malbatan ragihadin ku ew dê herdem şopdarê darizandina kujerên zarokên xwe bin.
Piştî axiftinan zarokan balon firandin. Piştre qurnefîl danîn cihê ku Nîhat Kazanhan hate qetilkirin. Girse piştre heta cihê qetilkirina Sînan Saltikalpê di 23'ê nîsana 2013'an de ku ew jî li taxa Yafesê bû, meşiyan. Piştî qurnefîlan danîn cihê qetilkirina Saltikalpê, belav bûn.