Di nobeta berxwedanê ya Dersîmê de qeyûm hatin protestokirin

Kedkarên gelemperî yên li Dersîmê ji wezîfeyê hatin kirin, îro di çalakiya rûniştinê de tayînkirina qeyûman protesto kirin.

Di nobeta berxwedanê û çalakiya rûniştinê de ku li parka Haştî ya Taxa Sihenk a Dersîmê tê lidarxistin, Parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Şaredarê Mazgêrdê Tekîn Turkel, Şaredarê Pilûrê Fatîh Mehmet Maçoglû, Hevşaredarên Akpazarê Fadîme Çetînkaya û Huseyîn Çetînkaya, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û her wiha Hunermend Mîkaîl Aslan û gelek welatî amade bûn.

Hevşaredarên Dersîmê û navçeyan serdana nobeta berxwedanê ya kedkarên gelemperî kirin, têkîldarî tayînkirina qeyûman û dûrxistina ji wezîfeyan daxuyaniyek çapemeniyê dan.  Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn got, “Desthilatdariya AKP’ê li ser qoltixa darbeyê bi xwe rûnişt, berê darbeyê da jinê, ciwanan, îradeya gel û kedkaran” û wiha dewam kir; “Mabeyna zîhniyeta ku 15’ê Tîrmehê Meclîs bombe kir û li şûna şaredariyên ku bi dengê gel hatine hilbijartin qeyûm têne tayînkirin, ti ferq nîne. Her du zîhniyet jî li dijî îradeya gel darbeyê dikin.”

Altûn destnîşan kir ku qeyûm desteserkirin e, xesp e, darbeya li dijî îradeya gel e û got; “Pêwîst e her kes li dijî vê xesp û darbeyê dengê xwe rake, xwedî li çeperên demokratîk derkevin û li dijî nêzîkatî û sepanînên AKP’ê ya bi dînamîkek xespê û darbeyê tevdigere li her deverê berxwedana demokratîk bilind bikin.”

ARMANCA ÊRÎŞÊN LI SER KESK  Û DÎSKÊ JI POLÎTÎKAYA TASFIYEYÊ YE

Altûn ragihand ku AKP bi qeyûman re êrîşa li dijî KESK û DÎSK’ê daye destpêkirin, dixwaze endamên sendîkayan bi girseyî tasfiye bike, destnîşan kir ku bi vê ve jî dixwaze ji bo xwe qadên nû veke û wiha pê de çû; “Dixwaze îradeya gelê kedkar jî bişkînin. Zîhniyeta beriya niha bi 36 salan di ser jiyana kedkar û ciwanan re mîna sîlîndîrê derbas bû, îro dîsa li pêşberî me ye.”

Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn bang li tevahî gelên Tirkiyeyê û partiyên siyasî kir û ev anîn ziman; “Darbeya sivîl her roj welatê me ber bi tarîtiyê ve dibe. Ji bo em jin, ciwan, kedkar, hilbijartî, kedkar, gelê  xwe radestî vê tarîtiyê nekin, em bi fikar tevdigerin. Tekane rêya demokratîkbûnê, derbaskirina vê xeleka li ber demokrasiyê ye ku mifta wê di dest gel de ye. Lewre jî em dibêjin demildest pêwîstî pê heye ku tayînkirina qeyûman bê rawestandin, binçavkirin, girtin bêne sekinandin, daxwaz dikin ku kedkarên gelemperî û Hevşaredar ên ji wezîfeyê hatine kirin, dîsa erka wan bê radestkirin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Mîkaîl Aslan kilam gotin û piştgiriya kedkarên gelemperî kir.