Li taxa Ewîna ya navçeya Mêrdîn Stewrê, ciwanan xwestin li hemberî qedexeyê Newrozê pîroz bikin, lê jendermeyan êrîşî ciwanan kirin.
Ciwanên li jêrê taxê li hev civiyan, lastîk şewitandin û dest bi qîrîna dirûşmeyan kirin.
Ciwanan rê li çûn û hatinê girtin û bend danîn.
Gelê taxê jî ji şaneşîn û paceyên xwe destek dan ciwanên dirûşmeyên 'Bê Serok jiyan nabe', 'PKK gel e gel li vir e', 'Newroz pîroz be' diqîriyan.
Maşînên zirxî yên ji Qereqola Jendermeyan a Ewîna derketin êrîşî ciwanan kirin û li ser vê yekê şer derket.
Ciwanan li hemberî êrîşên hêzên dewletê dest bi xweparastinê kirin û bersiv dan êrîşan.
Ciwan li nava kolanan li hemberî jendermeyan şer kirin û ji hin cihan dengê çekan hat.
Di encama şerê ku heta derengiya şevê dewam kir de, jendermeyan xwe ji taxê vekişandin û li ser vê yekê bûyer qediyan.