Di Newroza li Rojava de federalîzm hat destekkirin

Bi deh hezaran kesên beşdarî Newrozên li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bûn de, destekek mezin dan Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê.

Bi deh hezaran kesên beşdarî Newrozên li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê bûn de, destekek mezin dan Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê. Di çalakiyên Newrozê de her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Li derveyî Kobanê û Efrînê, li bajarên Dirbêsiyê, Qamişlo, navenda Dêrikê, Amûdê, Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Cizîrê, Newroz bi tevlîbûna deh hezaran kesî hat pîrozkirin. Qadên Newrozê bi alên mezin ên YPG, YPJ, rêveberiya xweseriya demokratîk, alên Asayîşê, HPC û flamayên kesk, sor û zer hatin xemilandin.

Qada Newrozê ya li Dirbêsiyê ji 7 heta 70 salî bi Rojavayiyan hat dagirtin. Li qadê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin. Jinan bi kincên xwe yên neteweyî reng dan pîrozbahiyê. 

YEKANE SÎSTEMA DIKARE GELÊN SÛRIYEYÊ BIGIHÎNE HEV FEDERALIYA DEMOKRATÎK E

Newroza 2016'an a Rojava, piştî ragihandina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê, bêhtir watedar bû. Gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û civaka Êzidî bi tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê re, bi reng, deng û mesajên xwe yên siyasî re nîşan dan ku ew destekê didin federasyonê. Di axaftinên li qada pîrozbahiyê de hat ragihandin, ku îlana federaysonê wê gelên Sûriyeyê li hev bicivîne, demokrasî û azadiyê bide gelan. Girseya gel jî bi tilîlî û dirûşmeyan bersiv da van mesajan.

Gelê Rojava, piştî saleke giran û bi şerekî dijwar, Newroza 2016'an pîroz kir. Li Rojava, agirê Newrozê hînê geş e û govend hînê digere.

...